dîsan weylan beşwên karda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  896 Dîtin

wîstim konefroşî bikem; çûme lay cûlekeyekî kone sabłaẍî be nawî ebûselman. koney le emrîkawe bo dehat. têy geyandim ke ew kare bo min des nada. debê xeyat û utûçîm hebê û dûkanî bo bigirim û zor şitî tir...

’ekase kurdekey nardibûmye lay şałçî, gutî fêre ’ekasîy fewrît dekem. keçe maşênêkî konî damê û dû sê řoj dersî dadam û kewtime kar. sindûq be ser şanewe be kołananda bigeřê kê ’ekis degrê. le pyawî şehirdarîş bitirse ke netgirin û maşênit lê neşkênin. řojî baran û hewr kar nîye. maşên zor şil kare. kabram le beranberim řast û paste dekird:

- biřwane êre! bize bêne lêwit! yek, dû, sê, çwar, pênc, şeş!...

kabra weřez debû le cê debzût. min her heta şeşim gut; carî wabû debê bîst yan sî bijmêrim. řojanî tawsaw her le taw hełatewe ta xorawa, kem řoj çarege dînarêk û zor řojan sed û penca ta set filsim kar dekird. ewîş debû mesrefî kaẍez û dermanî lê bidem. gałtey mindał û bîkaranîş le cêy xoy. le hîç çaxaneyek neyandehêşt danîşim çunke bîst mindałim be şwênewe bû. le serî kołanêk řadewestam, biraderêkim dekirde tepkey mişterî; her ke kesêk law lawe deha, biraderekem le beranberim qît řadegirt, serim debirde bin perdey řeş, demgut: tarîfim bike ta řêbwarekeş ’ekis bigrê.

degeł ḧemeřeşadî kone hawkarekey [řîstûranî] xeyyamim, çawexanûyêkman le geřekî sabûnkeran be kirê girt û pêkewe dejyayn. ḧeme bibuwe qaweçî le sûçêkî tarîkî bazařî zêřîngeran. řojane her kes deçûyne karî xoman û şewane dehatînewe kuneřeş.