çîrokî westa biraymî wênegir

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 11 Xulek  1118 Dîtin

çîrokî westakeşim tozêk seyre: pyawêk le «tîleko» kujrawe; dû kuřî no sałe û heşt sałey le paş becê mawe; be nawî ḧeme û gerdalî. daykyan mêrdî kirdotewe û berełda kirawin; kełaşkerêk wexoy girtûn we dêhatî xistûn konepeřo ko kenewe. lew kare weřez bûn; hełatûn. yekêkî tir kirdûnî be dwaşwan. ew care kewtûne lay xaneqîn û mîweyan pê çinîwnewe. «ba biçne beẍda, kar zore». be pê kewtûne řê; le hêz kewtûn. tûşî ’ecemî garyeswar bûn ke deçne zyaretî kerbela.

- mame gyan swarman ke!

- kê cinêw be ’umer bida swar bê!

ḧeme dełê: sa wełła bişmirim cwên be îmam ’umer nadem!

gerdalî dełê: we qing bawik ’umerewe! eger pyag ba kerêkî bo enardim swarî bim!

gerdalî swar û ḧemey kakî be pa degene beẍda. her yek le geřekêk debne awkêşî małan. gerdalî heşt sałe awkêşî geřeke ermenîye; ke zor małe aşorî û tirkizmanîşî têdaye. awkêşe û ser be hemû małanda deka. zor zû le naçarî fêrî zimanî ermenî û aşorî û turkî û ’erebî debê û kurdîş zimanî xoyetî. katê nûsînî pênas debête baw, naw gerdalî degořê û dełê nawim birayme. îtir lewê demênê û awkêşe ta be serbaz degîrê. le cyatî erkî serbazî deybene dadgay nîzamî, deykene tercumanî serbazanî ’êraqî; ke zimanî hemuwanî dezanî. le dway serbazî dêtewe geřekî xoy. lûle kêşrawe û awkêşî nemawe. debête nokerî małe ermenîyek ke yekem ’ekasî beẍdaye. ermenî deyewê beherey pitrî lê hełkiřênê, paş karî mał deyba karî dûkanîşî pê deka. lewê fêre ’ekasî debê û kwêrexetêkîş fêr debê û debête westa biraymî wênegir. ziřkiçî kabrayekî xaneqînî dexwazê û lew demeda ke min şagirdî bûm kuřêk û dû kiçî hebû. westa - ke derdî bêkesî û hejarî zor çêştibû - pyawêkî nerim û nyan û xoşziman û xawen bezeyî bû; bełam xat melekî jinî; jin nebû jan bû. kes lew řûgirijtir, lûtberiztir, naḧeztir, xwêřî û bêkaretir, pîs û poxłitir, zimanşiřtir nebuwe û nabêtewe. le behane degeřa ke şeřêk be mêrdekey bifroşê û xoy lay xełk hełkêşê û be çawî sûk biřwanête şagirdî mêrdî. her detdî mindałe çikołekanî pêyan degutim: to şagirdî êmey, etwanîn derit bikeyn!

westa xanûyêkî baştirî be kirê girt; wetaẍêkî le xoy zyadî terxan kird, ke ziřxezûrekey û min tya bijîn û kirê nedeyn. mam kerîmî ziřxezûrey le pîrepyawekanî mêşkiřzîwî bîr ’eşayrî bû. sełeha çeteyî kirdibû. bibuwe kirêkar û pasdar le kempî leşkiryanî êngilîsda. be serî pîrî û feqîrî le beẍda ’emeleyî dekird. řayexman ḧesîrî borya bû; seru lêfeman leser řadexist. miqełîyekman degeşandewe bo ça lênan û polûy qilyanî mam kerîm. qilyanî wek musułmanan nebû! darekey serewey denaw şûşe dermanêkî dem zil dena û destî be qiřfişt dekird. eẍłeb şew le bîrî deçû şûşekey hełbiřê, le darekey denewî û şûşe deşka û polû biław debûnewe. hey bigeye ta ḧesîr û lêfe nesûtawin!

- be xwa bedbextîy girtûmî berim nada!

- mam kerîm gyan! şûşeket bayîy de filse; sibey bot dekřimewe!

şewane le çîrokî xoy û basî çete û dizanî tewaw xoşim dehat. şewêk lêy pirsîm:

- baran çon ebarê? êjin le beḧrewe aw heł’emjê.

xom lê kird be pispoř û basî baran barînim bo kird; bo nimûneş dewryekem be ser hełmî ketrîda girt û awî lê çořa û gutim: awa.

- hey gûy we qewr bawik ew kese emey wituwe! eme qisey kafrane! sa min le melam şineftige le qurḧana êjê: melayeketêkî weqay mêşûle, we qamçî hewrekan pêş xoy eda, wek gagel eyanbate ser beḧir. hênde aw exonewe ta wirgyan emasê. eyanhêrêto, we qamçî lêyan eda ke bwarin. to nazanî hewretrîşqe çîye? qamçî melayke mêşûlekeye!

- bełê ba wa bê!

şewêk le cengey basî xoyda gutî:

- ew sałe ka załî zer, bawik řostem wefatî kird û fatḧaman bo xond...!

- key?

- em sałane ke min le xaneqîn bûm, zał lemał sîmirx le ceweł qaf ejya. xeweryan hawird ke ’emrî xway becê hênawe. êmeş le mizgewta ayetbarîman dana û fatḧaman bo xond!

- mimbareke!

řojê le ḧemam mam kerîm lifkekey xoy danawe û sabûnî le ser û çawî dawe; destî birduwe lifkeke hełgirêtewe, gunî kabrayekî ’arebî weber dest hatuwe - ke dahatotewe xoy bişwa - kêşawyetî. ’ereb le zîqey dawe:

- ay gunim!

mam kerîm ke ’arebî nazanê:

- leke tiřnî gemałbawik! lifkey xome û pêt nadem!

tund girtûye. kabra le hoş çuwe û le destyan derênawe.

debê emeş bizanîn ke kurdî şî’e be sunnî dełên: «caf», sunnyekanîş be şî’e dełên: «lek».

mam kerîm be nexoşî birdibûyane bîmaristanî dewłetî; serim da.

- ha, mame! çonî?

- ’ezîz gyan! başim; bełam şewane melayketan des de gunim werdeden!

beẍdayî be cinoke dełên melek wata melayket. çîrokî wa xoşî mam kerîm zorin; ba waz bênîn û basî xom le dû dem.

westa ke deydî zorbey wext qiřuqip le dûkan danîştibûm û xew dembatewe, wîstî wextekem be kar piř katewe. le jûrî tarîkda berdestî pê dekirdim. wirdewrde çawim kiraye û çap kirdinî ’ekis fêr bûm û zorim zeḧmet le ser hełgirt. ḧiqûqekemî kirde mangê ḧewt dînar û nîw, şewanîş le dûkan le xwardinda beşdar bûm. ew bestezmane jinekey têrî nedekird; le dûkan le cergî birjaw berkułêkî dekird ta be beşî mał têr bixiwa.

sałêk pitir lay mamewe. le dûkanîş neba karekanim beřêwe debird; emîndarî pûł û pareşî bûm. řojê gutî: to baş fêrî kar bûy; emewê me’aşeket bikeme řojê çwarsed fils.

- westa swênd û qur’anim wa bê ta le latim çarege dînarêk zyatirim newê.

- desa debê kar le layekî tir peyda key. min pêm şerme destit bibiřim.

řojî cum’e kar zore û nabê ’ekasî dabxirê. westakem - wek ermenîyan - yekşemme daydexist. gutim: bo ewe hemû řoj dûkan hebê, min şemme betał debim, yekşemme min dûkan dekemewe. hewweł şemme wiçanim da. ta lay se’at yazde geřam û sûřamewe. weřez bûm; hatmewe dûkan. hêşta lewberî xeyaban bûm, artîn nawêkî ermenî - ke aşnaman bû - beẍar le dûkanewe hat:

- meçowe dûkan! xetere! biřo fiłan qawexane ta min dêm.

le qawexane boy bas kirdim ke se’at noy beyanî, sê efserî emin û şeş polîs řijawne dûkan:

- kwa ’ezîz qadrî şagirdit?

- demêke le lam nemawe.

dûkanyan pişkinîwe û zoryan heřeşe le westa kirduwe. qewlyan lê sanduwe ke eger zanî le kwêy xeberyan bidatê.

- erê ewe bo çî le to degeřan?

- artîn! bedbextî û nezanî xom. řojêk cigerey luksî milûkîm berawejû dagîrsand; ’eksî tacekem sûtand!

- ey małî wêranim! be xwa minîş çend carêk ew xetayem kirduwe! xwa şukur pêyan nezanîwe. bawkim agat le xo bê!

lew demeda artîn şiłeja û çawî be moleq westa:

- heste biřo! detgemê.

- ha! çi buwe?

ew efseraney le nizîkmanewe le qawexane bûn, ewan bûn le to degeřan.

dyar bû be řuxsar namnasin.

lem beyneda ke le beẍda me’aşim çarege dînar bû, wetaẍêkim lenzîk dûkan le małe mesîḧîyek be kirê girt û be tenya lêy dejyam û - beş be ḧałî xom - tewaw saz bûm.

zebîḧî ke le nasryewe hatbuwewe, çûbuwe silêmanî, maweyek le sîtek, le małî şêx mabuwewe û dwaye bibuwe hawkarî «hemze ’ebdułła» ře’îsî ḧîzbî partî û le silêmanî damezrabû. carêk hate beẍda û gutî: demewê çapxaneyek pêkewe nêm. lûlewmûle mengenem lêk dawe; hêndêk wirde’amraz û ḧirûf mawe; ba bîkřîn. nyazim waye «nîştiman»y komełe zîndû kemewe.

nexşeyekman kêşa, çon pêman nezanin û pêşman bifroşin. çûyne çapxaney necaḧ ke zorî kitêbî kurdî lê çap kirabû.

- selam! mamosta pîremêrd zor selamî degeyandî. çend şitêkî řasparduwe ke boy binêrî û ême pareket dedeynê.

- dey xo ḧacî tofîq saẍ û be demaẍe?

- le sayey serî towe!

wirde amrazman kiřî û gutî: beyanî werin heşt kîlo ḧerf ḧazre; kîloy be heşsed fils. lîstey firoşrawekanî girt û gutî îmzay ken. êmeş ker ker bo şwênewnî dû îmzay şî’aneman kirduwe: «ce’fer mûsa», «ḧusên ’elî». sibey çûynewe. kabra gutî: xełkî silêmanî zorbeyan ’umer û ’usman û kemaln. ew nawaney êwem zor pê xoş bû; bełam bedaxewe ḧirûfim nemawe bitandemê! zanîman çi ẍełtêkman kirduwe. çûyne çapxaney tir, gutyan memnû’e; bełam kîloy be dînar û dûsed fils pêtan defroşîn.

zebîḧî le silêmanî degeł hemze ’ebdułła kêşeyan lê peyda bibû. zebîḧî gutbûy: to şewane dû butił areq, çêşt û mezey şahane û mangî ḧefta dînar lew řeş û řûtane werdegrî; çon wa debê?! le daxan çûbuwe ḧîzbî «teḧeřřuř» û bibuwe şyû’î. jimareyek nîştimanî çap kird û têrî tarîfî şyû’î û ẍeybetî karbedestanî partî kirdibû. şî’rêkî minîşî - ke nazanim kame bû - têda biław kirdibuwe. partî gileyan lê kirdim.

- ewet bo kirduwe?

- min agam lê nebuwe û zorîş tûřem.

nameyekî piř le gileyîm le zebîḧî nûsî, ke bo çî bê pirsî min şî’irim çap dekey? le êstawe dengit lê degořim. şewêk yekêk le dûkan le gwêmîda sirkand: zebîḧî le fiłan baẍçe leser nîmketî çeqaw kiruşmey kirduwe. hemû gile û gaznim le bîr çû û ẍarim da, zebîḧîm dîtewe. lêm moř bowe û řûy lê wergêřam.

- kake wextî tûřeyî nîye; heste ba biřoyn.

çûynewe małekem.

- dey kake bom bigêřewe!

- degeł ḧîzbî komonîst bûm. le silêmanîyewe hatme kerkûk; be nihênî dejyam û xerîkî nûsînî xom bûm. ewaney demnasîn gîran û sergerdan mamewe; hatûme beẍda...

serman pêkewe nayewe.

řojêk le kar çûmewe mał, kabrayekî mil barîkî ser çikołey çiłkinî pûteke, degeł zebîḧî danîştibû.

- kake to kêy?

- demêk bû le mamosta zebîḧî bêxeber bûyn, wa emanewê «îttîsalî» pê bikeynewe «wez’î» madîman baş nîye; eger baştir bibê mangî dû dînarî yarmetî dedeyn.

wext bû le daxan bidřêm:

- axir nałên em mamostaye be çî dejî? eger wez’î madîtan - xwa neka - baştir bû, kê her cê xewî şew, bebê nan, mangî be dû dînar deda? dey xwa lêtan bezyad neka. ewa min karêkim heye, detwanîn herdûkman pêy bijîn. bo karî ewîş xwa kerîme.

kabram tûře kird; řoyşit. bełam řefîq çalak gutenî: «şyû’î wek qîr û zifit wan; her pêtewe nûsan taze be aman û zaman berit naden», hatuçoy zebîḧîyan her dekird. «wez’î» madîş her çak nebû!