tałanî şikakan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1738 Dîtin

katê ke hatûme dinya, axir û oxrî beharî 1300y şemsî buwe û le pênasekemda -ke ḧewt sał dway le dayk bûnim wergîrawe- řojî le dayk bûtim hejdey cewza, wata mangî pûşpeře. le payîzî ew sałeda leşkirî «simaylaẍay simko» bo şeřî ’ecem, sabłaẍî dagîr kirduwe û şikak řijawnete şar û milyan le tałanî kurdan nawe. wa dyare simaylaẍa her wek wîstûye le çing ’ecem řizgarman ka, wîstûye lew małeş ke deber pêy ’ecemda peyda kirawe, řizgarman ka! ca eger xełkî şar kem ta kurtêk małî xoyan şardibêtewe û le tałanyan parastibê, bawkî min bew humêde ke kak hemzey biray qerenyaẍay mameş biraderyetî û řawêjkerî simaylaẍaşe, nahêłê tałan bikirê, destî le hîç aştebayek nedawe. bo negbetî birader nehatuwe; şikak řijawne mał, herçî buwe birdûyane. tenanet desraze û peřo û pałî lankî minîşyan birduwe û minyan le ser xołemêş be řût û qûtî fiřê dawe. babim diłxoşî daykimî dawetewe ke xem mexo! małî dinya peyda debêtewe. daykim zirîkandûye: «min xemî hîçim nîye, tenya xemî eweme kuřekem řûte, çî têwe pêçim?!».

ew tałanî şikakaneş bote çîrokêkî seyr le naw xełkî sabłaẍda: jinyan řût kirdûn bełam řûyan wergêřawe û gutûyane: «xwîşka min! derpê xo bide min. ez li te nanhêřim; xudê qebûl nake!». cige lewe hemû kes û hemû małyan tałan kirduwe, pyawekanî xełkî şarîşyan be bêgar girtuwe. małî tałanî bo binke řagwêzin. «mela marf»y şa’îr lew baseda dełê:

awał kirasî kîj û jin û xanmî weten
dayanřinîn ewanî sebabanî qûn tiřoł
qazî û mela û tacir û esnafî xełkî şar
gîran be soẍre kewtine jêr barî dar û koł

şikak kurdî sabłaẍîyan her tałan kirduwe û neyankuştûn; bełam her tirk zimanêkyan weber pel hatuwe kuştûyane. yekêk lew tirke azerîyane biraderî babim buwe; xoy û jinekey penayan be małî ew hênawe û ḧawawnetewe. jinî «kerbelayî fetḧułła zenganî» saway le berbuwe û şîrî zor buwe. yarîdey daykimî dawe û şîrî dawmê. ke zor sałan be ciḧêłî ta minî dedît degrya û minî wek kuřî xoy xoş dewîst.