mirdinî daykim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  1301 Dîtin

dayk le temenî ḧevde sałîda tûşî nexoşî sîl debê û zorî pê naçê demrê. taqanekey le temenî dû sałîda le dayk bêbeş û hetîw demênê. jinêk be nawî «xat şerafet» le sarewanan maweyek şîrî dawmetê. le paş ewe dû sał jinêk be nawî «xat řuqya» serperiştîm deka. ta babim ser le nwê bo carî çwarem jin dênê û jinekeşî le binemałey qazîyekanî serdeşt bû. nawî «miryem» bû; bełam her be nawî «kiçî qazî» denasra. paş dû sał hogir girtin be xat řuqyawe, dîsan hetîw kirawmewe û dirawme dest daykî sêhem.