le qutabxane

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1831 Dîtin

xwawřastan zorî nebird ke xuşkêkim bo peyda bû; hem hewałî min û hem xemřewênî małewe. wata her pênc sał taqaney mał bûm. babim bew pê û şwêne ke debê beçkey sone melewan bê, her le temenî pênc sałîyewe dersî elf û bêtke û cizmî ’emmey pê dexwêndim. ay ke xwêndin naxoşe! herçî fêr dekiram paş se’atêk le bîrim nedema û lay tenbełîda taqe swarey meydan bûm. bab her deygut: cizmî ’emme řewan key detnêrme lay melay bałekî le xaneqay şêxî burhan qur’anit pê řewan ka. pyawêkî mimbarek û qu’anzanêkî le zebre. bełam ew awate her pêk nehat. ta sûretêkim dexwênd, nek her sûretî pêşû, bełke elf û bêtkekeşim le bîr deçûnewe!

«ey xwaye be dest em hetîwe debeng û nazîrekewe çibkem? tegbîr, tegbîr ... be xwa bînêrme qutabxaney mela le hemûy çaktire, le min natirsê lew detirsê».

le bîrme řojêk pîlî girtim û řoyştîn. çûyne şwênêk, tarîk, řeş be dûkeł. çend ḧesîrêk řaxrawe û bîst mindałêkî wek xomyan le ser danîştuwe. melayekî mêzer zilî deng gewre, dû şûł be destewe, le ber babim hesta û bexêrî hêna.

babim gutî: mamosta destit bêne.

destî minî xiste destîyewe û gutî: em kuřem bo hênawî, guştî bo to, êskî bo min. şerit û mercî qutabxane çîye?

mamosta fermûy: mangê qiřanêk. ḧeqî awxiwardinewe dû şayî. ḧesîr bênê bo le ser danîştin. eger başîş nexwênê yan haruhacî bika, botî tenbê dekem.

sewda serî girt; xêrî lê bînî. lew řojewe debû sîpare le bin hengiłda biçim ta nîweřo le qutabxane bim û dway nîweřo berhełday kołan û sergermî geme û kaye bim. řojanem dû şayî wata sedyekî timenêk bû; ke le pêm dehat û le serim derdeçû. bayî şayyek kişmîş û leblebî gîrfanî daxnîm û miřî dekirdim.

melawřeḧmanî mamosta, jinêkî hebû be nawî xatû aman û derucîran amanî melawřeḧmanyan pê degut. řojane le berî beyanewe le tendûrî naweřastî qutabxanekemanda nanî dekird û deyfiroşt. her le beyanîyewe ta nîweřo çiředûkełêk bû çaw çawî nededît; bełam zorman keyf bewe dehat ke tîşkî řoj le kulankewe deydaye jûreke û dûkeł le tîşk dehała û kołekeyekî cwan û lebarî lê saz debû. mela zor deng gewre bû; bełam le beramber xitwamanda dengî wek dengî mêş degeł guřey şêr wa bû. hemîşeş çeqqe û hera û şeřecwênyan bû; ke beřastî le çeqe û guřey ew dwane ême keyfiman dekird.