hatne dinyam û kurteyek lemeř dayk û bawkimewe

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  1844 Dîtin

xwaye! be humêdî to

boxom lebîrim nîye kengê bo yekem car hatûme dinyawe! bełam wek boyan gêřawmewe û bawkim le bîrewerîyekanî xoyda nûsîbûy, řojî şeşî şaban, sałî 1339y hicrî mangî, berî beyanî -ke řojêkî zor tûş û baranî buwe- le dayk bûm û birya her nebûbam...

dayk û bab diłyan xoşe û xenî bûn xwa kuřêkî dawnetê. maman nawkî bibře û mizgênî û heq dest wergire! bab her bepele, ber le ḧewtim, pel buwe naw bo taqanekey bidozêtewe. lew demeda ke mijdeyan dawetê, xerîkî xwêndinewey kitêbêk buwe ke zorî lê xoş hatuwe. desa be xwa nawî nûserî em kitêbe le kuřî xom denêm. xawen kinêb «’ebduřeḧmanî sîwtî» buwe û zana û şa’îr û mêjûzanêkî lezebre. pêẍemberîş fermûye: nawî hereçak ’ebdułła û ’ebduřeḧmane. desa ba mindał le naw peřo û pałda zîqey bê û fêrî memk mijînî ken, ta kurte basêk lew dayk û bawke bigêrmewe:

bawik melayeke lew řojeda ke xwa em kuřey dawetê, çil û heşt sałî le temenî řabwarduwe; bełam çon řabwardinêk? babî û daykî herdûk mela û melazade bûn. ber lewe ew çaw be dinya hełênê, hêndêk miłkyan le gundî şerefkend hebuwe; bełam kewtûne feqîrî. bab zû mirduwe û kuř ke nawî miḧemmede û ḧemeyan pê gutuwe û le naw mindałan, borîşyan leqeb dawetê bote «ḧemebor». le baweşî daykî bêwejin û nedarda bexêw buwe û her lay ewîş maweyek dersî xwênduwe. temenî le çarde sałandaye, daykî deynêrête feqêyetî. le babim bîst gutî: lew demeda ke daykim deygut biřo bibe be feqê, min çîlkeyekim de’erz dewejand û kiz û mat bûm. pirsî: çît le diłdaye? gutim: daye! xozge derpêyekî tazem bibwaye, emem diřawe. gutî: kuřim! be xuda nek dûqřan -ke qîmetî derpêye- tenanet çwar taqe şayîş şik nabem. biřo boxot bibe pyaw, peyda ke!...

le feqêyetîda bote muste’îd; bełam negeywete îcaze wergirtin. xałî -ke «mewlana sadiq»y xelîfey şêxî burhan buwe- kirdûyete xizmetkarî xoy. mewlana wekîl û birîkarî şêx buwe le ser mułk û małî şêx û zor pyawêkî bebřişit û karame û behełsûř dasûř buwe; şwênewarî le mukiryanda her mawin: «pirdî qereqşiłaẍ», «cadey besrî» û «pirdî qełatasyan» kirdewey mewlanan. le sałî giranî gewrey 1336y koçî-mangî, xełkî hejarî nawçey serdeştî, le mirdin û bê nanî řizgar kirduwe û dexłî bo nardûn û bexêrî xoy dawnîyetê.

mewlana carêk le şêx zîz buwe û serî xoy û babmî hełgirtuwe û řûy kirdote şarî «wan» le wiłatî turkan û bote mîwanî mizgewtêk. bo bextî ew duwe, dartuwêkî sûr le mizgewtekeda buwe û lew demeda heřemey bergirtinî buwe. nanî wişkyan de’awî tû kuşîwe û xwardûyane. mewlana xwarzakey xoy xistête naw bazař û kasbî fêr kirduwe.

deygut: le bazařî «wan»da degeł ermenîyek bûme aşna. řojêk gutî: min sed lîret dedemê, kasbî pêwe bike; qazanc be nîweyî. gutim: ba pirs be xałim bikem. xałim gutî: wa dyare îmantan lêk nizîke! biço lêy wergire!

wirde-wirde ḧeme bote qaçaẍ firoş. le nêwan êran û řûs û ’usmanîda tifeng û feřş û cewherî aługoř kirduwe. zorî pê neçuwe xałî dewłemend buwe û le gundêkî be naw «xuřxuře» xaneqayekî binyat nawe û çendîn baxçe û řezîşî le dewrî şarî wan kiřîwe.

deygut řojêk çend kesêk hatne ser řêm, girtyanim û birdyanme awayî ke gundêk bû aẍay musłiman û ře’yetekanî zorbeyan ermenî bûn. aẍa gutî: to degeł keşey dê wituwêjî dînî bike! eger sernekewtî ewa řût kirawî û eger serkewtî azadit dekem. «yaxwa keşe hênde zana nebê degełî dernebem!». meclîs řazawe, keşe hat; em wituwêje řûy da:

- ême eger xoşewîstêkman be çekêk bikujrê, çawman biřwayî nada ew çeke bibînîn. keçî mesîḧî ew darey«mesîḧ»y pê î’dam kirawe be pîroz dezanin û her yeke de milyandaye û bereketî lê dexwazin.

- wa dyare pyawêkî natêgeyştûy! selîb le şikłî binyademe boye řêzî lê degrîn. biřwane!

keşe xoy dirêj kird û herdûk destî lêk biław kird, bû be selîb.

- řast dekey mame keşe; bełam jinekanîş her wek selîb wan, çon deçne layan?!

ḧazran bew qise qoře milyan le pêkenîn na û řêgey cwabî keşeşyan biřî; małekeyan damewe. carêkî tirîş çete řûtyan kirdim. dehatin biřon gutim min małî xomtan lê destênmewe, min xwarzay şêxî xuřxuřem. le tirsî mewlana -ke nawyan bîstibû- dayanmewe.

ḧemed ber lewey tûşî awareyî bê, jinêkî hênawe xizmî xoy û nawî «amîn» buwe. ew jineş lew awareyyeda degełî jyawe û lew mawey awereyyeda kiçêkyan buwe.

paş ḧewt sał jyanî awareyî, şêx nardûye mewlanay birdote lay xoy û geřawnetewe wiłat. ewsa «ḧemebor» ke êsta nawî bote «mela miḧemmedî bor», pîlî mał û mindałî girtuwe û le şerefkendewe hatotewe sabłaẍ. lem beyneşda -ke ew hêşta feqê buwe- daykî mirduwe.

małe ladêyek be çend sîpałêkewe hatote şar, le çawe xanwêk degeřê têyda sitar bê. «ḧacî seyd mistefay kulîcî» bawkî seyd miḧêdîne şîne û bapîrî seyd ’ebdułłay kulîcî, jûrêkî pişkełdanî dedatê ke xawênî ketewe û têda bijî û kirê nedat. babim deygut «amîn» ewendey dił bew małey xoş bû ke hîç padşayek ewende şayî be koşk û serseray xoy nebuwe.

ba eweşman le bî neçê ke mewlana bew xwarzayey xoy wituwe «ḧemebor», paş xwêndinî bote«mela miḧemmedî bor», dwayîş ke çote ḧecê, kirawete «ḧacî mela miḧemmedî bor».

mela le şar milî le kasbî û kar nawe. le maweyekî zor kemda twanîwyetî xanû bikřê û mał we ser yek nê. le şeřî gewrey yekemda -ke řûs qetłu’amî xełkî sabłaẍyan kirduwe- tałan kirawe û le mirdin xelistuwe. jinî hewełî mirduwe; kîjekeşî le temenî çarde sałîda be mirdinî xoy daxî be cergî bawkîyewe nawe. jinêkî tirî hênawe ke kîjî «siłeman aẍa» nawêkî kone tacrî le kar kewte buwe. leser ewe ke dîtûye jineke be bê řûpoş hatote ber derk û kołan, tełaqî dawe û bê jin û bê ’ewlad mawetewe.

le kasbî kirdinda zor zirîng û lêzan buwe. dûbare paş tałanî řûs, xoy girtotewe û pare û pûłêkî başî we ser yek nawe û hewłî jin hênanî dawe. kiçî «ḧacî seyd ḧemedemînî sarewanan»y xwastuwe ke temenî şazde sałan û zor cwanêkî benawbang buwe.

ferqî ’umrî mêrd û jin sî û dû sał buwe; bełam pyaweke paredare be zebrî pare berdîş nerim debê.

le paş sałêk le gwêztinewey bûk, ewa xwa kuřêk deda ke bawik le wecaẍ kwêrî û dayk le bê berî řizgar deka. «małî dinya bo emřo nebê bo kengê debê? her bo piławî ḧewtemî kuř, mencełêkî çwar qułfey zincîrdar dekiřim, her çî deynasim bangî dekem. debê mela tehay dostim bangî be gwêda lêda û nawî binê ’ebduřeḧman».

wek dełên zor mindałêkî girînok û begřû bûm; kem wextan jîr bûmetewe. bełam dayk û bab û nexwaze dayk, ewendeyan şayî û şanazî bew taqane hebuwe ke nebêtewe. goya dayk le paş hemû nwêjan du’ay kirduwe: «xwaye hîç kuřî dîkem nebê ta le małda nebête şerîkî ’ebduřeḧman»!