le tewrêz

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1663 Dîtin

sałewdiwa xom kirde bazirganî genim. degeł biraderêka bûyne şerîk, genmiman le bokanewe debirde tewrêz û demanfiroşt. çunke zorman debird, eger kîloy nîw şayî xêrî bikirdaye, hêştan zor bû. carêkyan sed û bîst timenman zerer kird. her ew řoje çûyne dîdenî ḧemedemînaẍay meḧmûdaẍa ke aẍay bokan bû. qepan û seraney małatî bazařman îcare kird be mangî heşta û yek hezar timen. çwar kesî dîş xoyan kirde şerîkman. no řojman be destewe bû, yazde hezar timenman xêr kird; ta le seryan zyad kirdîn. carêk ḧemamî bokanim be îcar girt, bełam neçûme serî û be heşt sed timen xêr firoştimewe. xulase le bokan xêr û bêrim be serda debarî û tewaw saz bibûm.

se’dî dełê: «dengî xoş bijîwî gyane». hemzey şerîkim zor dengî xoş bû. biřyarman da le tewrêz neçîne ew utêley ke hemû kurdî sabłaẍî deçûnê, çûyne utêlêkî bê kurd. kak hemze şew le jûrekeda goranîyekî gut. xawen utêl hat gutî: herçend le kurdî tênagem bełam ew denge zorî kar lê kirdim. wetaẍêkî dû neferî dûr le cadey daynê û swêndî xward ke pûłman lê nastênê û herçî demanewê boman pêk bênê, bew şerte řojê carêk gwêy le goranî hemze bê.

cige le karî řojman ke serdan le bazařî genim firoşan û be şara geřan û seyrkirdnî qeyserî û řastebazařan û çawçerandin bû, şewane her le êwarewe deçûyne sînema. emma řastit dewê êstaş nemanzanî kam fîlim başe û kamî naxoşe. xawen sînemakan bo řakêşanî lawan, kiçî zor cwanyan be xizmetkar řadegirt. pyaw ke loj dadenîşt, kiçêkî zor lûsî be naz û nûz fêrkiraw, be şîrnî û abcowe dehate jûr û be dest bazîyek û ga maçêk û dwan, pûłêkî başêkî çwar û pênc beraberî nirxî bazařî le mişterî destand. êmeş lew dadoşîn û destibřîne be aşkiraye xoşman dehat û be anqest milman be tepkewe dekird.

řojêk leser qisey xełk çûyne mizgewtêk le tewrêz be nawî (saḧb alamir) ke gutyan çwarşemmoyan zor xuşe. ḧewş û jûrî mizgewt le jin û kiç cimey dehat, berdî dîwaryan delistewe ke be mirad bigen. le jûrewe gunbezokêk hebû deyangut îmame. melayekî pîrî řidên xenawî be zyaret řadegeyşit. dway zyaret min dû timenim daye. kabra ke hîç kes hergîz le çwar şayî pitrî nedaboye, lew ḧatemîyem waqî birdewe. her wek bitirsê ke lêy bistênmewe, naye tenkey baxełî û xoy daye sûçêkî tarîk û zeq le minî řwanî. ta temaşam dekird çawêkî lê dadegirtim. tewaw diłxurd bûm. hemzem têgeyand û lêy çuwe pêş û be tûřeyî têy řaxuřî:

- bo çaw le hewałim dadegrî?

mela gutî: «kes wek êwe merd nîye, leser yek dû timentan dawmê. êstaş emřo werne małe min, no jinî zor cwanim be deste, kamyantan hełbijard lêtan sîẍe dekem û xizmetkarim».

min gutim: «aẍa ême sunnî mezebîn, sîẍe û qeḧbe lay ême wek yeke û be ḧeramî dezanîn, eme nakeyn». axêkî hełkêşa û gutî: «xwa neka sunnî bin! pyawî wa çak ḧeyfe sunnî bê!».

çûşîne zyaretî seyd hemze ke ’ezîzxanî serdarî mukirî le baregay ew nêjrawe û gořekeşî zorî qedir gîrawe, çunke le dewranî destełatya xełkî tewrêzî le bełay qatî û giranî řizgar kirduwe. řenge neşyanzanîbê ewîş sunnî buwe! ewî le bîrme ke serincî řakêşabim dîdar le małî qere seyd nawêk bû ke deyangut fał degrêtewe û nuşte denûsê. xanûberekey dû ḧesarî denaw yekdabû. xêzerey mişterî wek mêrûy dewrî çewrî komeł bibûn. debû seyd wext bida ke fiłan řoj bêne lay. ke zanî dû kurd hatûn, gurcê řêgey lay xoy dayn û qedrî zorî girtîn û têrî qisey xoş bo kirdîn. paş çend sał bîstimewe ke seyd casûsî îngilîsan buwe.

le tewrêz bo řîş taşîn û ser çakirdin deçûyne lay delakêk. gutî şitêkim bo binûse ke řîş taşîn be qerz nabê. min dû şî’rî farsîm bo nûsîbû ke le bîrim nemawin, bełam manakey ewe bû: «hey bê’însaf! to řîşeket lay min detaşî û qerz nadeyewe, min kwêt bigirim?!». kabra deşûşey girtibû hełîwasîbû. řojêk gutî: «nazanim çit nûsîwe, bełam herçî deyxiwênêtewe pêdekenê û pêşim nałên çîye!».

ewendem lebîr çû biłêm: bo heweł car ke hatme tewrêz û çûme baẍî gułistan, dîtim tirkêk zuřna lêdeda. hîç şitêkim pê lewe ’ecaybitir nebû. pêm wanebû cige le lotî kurd kes zuřna lê bida. çend seyre: tirk û zuřna lêdan?!