xwastinî «me’sûm» kiçî «ka ḧemedî nobar»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1239 Dîtin

le paş mirdinî heweł jinim her deḧewlda bûm be diłî xom jinêk bênim. zor kîj û bêwejnyan bo dozîmewe, bełam keyfim neydegirtin. řojêk mîwanî małêk bûm, xuşkêkî çikołey hêşta kałî xanexwêkem zor dił girtî; bełam hîçim nedirkand. dwayî bîstimewe ew kîje aşnay małî qoc bege û qoc begîş aşnay qisey qoř û cefengim bû. xwazbênîm lê kird û serî girt. «me’sûm» kiçî «ka ḧemey nobar»m lê mare kira ke hêşta temenî le çarde sałanda bû. bo mixarcî bûk hênan damabûm. kabrayek be nawî ’ebdulkerîmî şewket (ke bazirganî kutał û dewłemend bû, xełkîş be sut xoryan bas dekird) pyawetî kird û gutî min qerizit dedemê û her ga bût bimdewe. twanîm jin bigwêzmewe, bełam ta bexom zanî pitir le sê hezar timen be ’ebdulkerîm qerizdarim. řojêk lêy pirsîm: bo kasbîyek nakey? gutim: desmaye çon? gutî: to zor be min qerizdarî, ha pêncised timenî dîşt bidemê, yan gał dê yam pemo. degeł kone şerîkekem dammizirandewe. tûtnî şînî xirapî dekřî, deykuta û sebîleřêjî dekird û be ’ecemanî defroşt. be nîwe qazancekey wirde wirde debûjamewe.

zistan bû, řêgewban gîrabû. tirsî ’ecemîş bo hatne kurdistan zor bibû. řojêk ḧusên ke nawî şerîkekem bû hate lam. şiłejabû, lûtî areqî kirdibû. gutî: «małman xirabû, tûtnî şînî zorim be serda mawetewe û mişterî nayen». çarî naçar ’enbarêkman bo tûtne şîn girt û ser le berî zistan û mangêk behar le nahumêdyan serman lê nedayewe.

řojêk dîtim fetḧî be hełedawan hat û bizey simêłî bû. gutî:  « le sayey diłopey zor û teřayî binî ’enbar, tûtnekeman her çend nîw gezêk le ser û binyewe řizîwe, bote zêřî bêẍewş». tûtin be derecey here bała firoşra û lepiř dewłemend bûyn. her yekî çwar hezar û pêncised timenman pêgeyşit û her ew řoje qerzî ’ebdulkerîmim dayewe û desmayeşim bo mayewe.

her ew sałeş le îdarey tûtnî bokan bûme ’enbardar mangê be set û bîst timen, bew şertey dû mang le ḧiqûqekem bo ew kese bertîl bê ke daymezrandûm. tûtnîşim be berewe dekřî û defroşt. hêndêk şî’irim le ser tûtin dizîn hełgêřabûnewe, herçî gûkarîyekî le îdarey tûtnida dekira, dermxistbû. bazřesî giştî le taranewe hatbû, nawî ferhadî bû. daway ew şî’raney lê kirdim, degeł xoy birdin. paş maweyek nameyekî mecelley gałtey baba şemelim bo hat, dełê eger bêye taran cêgeman bo to heye. dyare min ke le binewe «jê-k» bûm nedeçûm; bełam řenge eger ewdem le ser em qise quřane řoyştibam, bimtiwanya bibim be nûserêkî gałteçî.