dîndarî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  841 Dîtin

babim zor musłimanêkî beřastî bû, melaş bû. ewaney deyannasî be welî û pyawî xwayan dezanî. her zor le mindałîmewe, le temenî pênc û şeş sałîmewe fêrî nwêj û cema’etî kirdibûm. lebîrme carêk zor giryam çunke cema’etî nwêjî sibeynem fewtawe. her le mindałî zor kałewe řojûy řemezanim be tewawî girtuwe.

le meclîsî babmida bas her basî dîndarî û parêzgarî bû. zorcar dembîst ke fiłane kes zor dîndare û fîsare kes dînî keme. zorim bîr le dîn dekirdewe ke debê çi bê. axrî ḧelim kird: girêy estom be dîn zanî! minîş le naw mindałanda ke pyawekim dedît girêy ber estoy zile, demgut ew pyawe zor be dîne; eger girêy estoy zor zeq nebwaye, demgut dînî lawaze. çunke kuře mela bûm mindałan baweřyan pêdekirdim û ewanîş dîndar û bê dînyan denasî. boxoşim destim le girêy milî xom deda, bedaxewe zor biçûk bû. demgut ba gewre bim emnîş dême řîzê dîndaran. ta nekewtime naw feqêyan û zoryan degeł nejyabûm, dîndarîyekem herwa germ û guř bû. bełam dełên gayek depał gayekda bê, eger řengî negrê xûy degrê. lem barewe hatme řîzî feqêyan û le nwêjê sibeyne çûn nedegryam. bełam xuda û pêẍember nasîn û ’aqîde be şêxayetî şêxî burhanim her wek xoy ma. her çend xom be mensûbî şêxî burhan dezanî, degeł małe seydî zenbîlîş aşnayetî zor germ û guřim hebû. şêx miḧemmedî xaneqa wek kuřêkî xoy dadenam û leqebî «cucełe»y dabûmê. seyd miḧemmedî zenbîlîş zorî xoş dewîstim û heta biçûmaye zenbîl deybirdimewe jûrî mał û ewpeřî lutfî degełim hebû. wata le herdûk berî coge deleweřam. egerçî le dwayîda nwêjîşim deçûn û zor caran her terkim dekirdin, bełam řojû girtinim ta tûşî nexoşî sîl bûnim le beẍda dest lê bernedabû.