gîran le seqzida

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 12 Xulek  1087 Dîtin

her ew şewe ḧacî ḧemedaẍa û kakaẍa û mînasî şofîr û minyan girt û le małêkî nizîk çemî seqzida ḧebsyan kirdîn û şazde serbazyan leser danayn ke agadarman bin. pûłekeşyan ke bo nardibûyn nedaynê. efsere kurdeke dway çend řojêk hate laman û gutî: «wabzanim şikencetan deken çunke minyan le serperiştî êwe gořîwe». efserêkî tir hate serman be nawî «nesîrzade». azerbaycanî bû, dyar bû dedłida lagîrî pîşewerî bû. zor kuřêkî baş bû. ewîş zorî nebird ke nemandîtewe. efserêk be nawî «serwan bîdarbext» hatuçoy dekirdîn ke hemu gyanî gałte û gep bû. herçend bendî bûyn û şewane hemû dû se’at xeberyan dekirdînewe û deyanbijardîn, bełam xwardinman zor padşayane bû: beyanî hengiwîn û kere û nehar û şam goşt û birînc bû. pênc řojî hewełî zorim ḧebis leber giran dehat; bełam ’adetim pê girt û pişûm hatewe serxo. qesîdey burdyem leber dekird. řojane hemûy be gałte û qisey qořim řadebward. lew serbaze pasdarane yekêk çêştilêner bû, yekyan luřî sułtanabad bû, ke deygut min bûmete komełe. her xeber û basêk le şarda bwaye pêy degutîn. kitêbî bo degořîmewe; řojnamey bo dehênayn.

şazde serbazyan le ḧebsixaneda -ke xanûyek bû- leser danabûyn ke sergirûhbanêkî luř gewreyan bû. gałtey xoşim bew sergirûhbane luře bû. carê gutî: «herkes herçî beser dê le nawçawanî nûsrawe». gutim: «nexêr nenûsrawe, de kwa bîxwênewe min çim beser dê, lenaw çawî toş hîç nenûsrawe». lew swênd ke nûsrawe û le min înkar. le daxan destî xoy degest!

boy gêřamewe ke carêk ’îzrayîl çote dûkanî tacrêk. tacir birdûyetewe małe xoy. ’îzrayîl demî le nan û çêşt nedawe. kabra swêndî dawe ke debê nimekî bika. ’îzrayîlî ker firîwî xward û qamkêkî teřî le xwê da û nimekî kird. řojêk xwa gutî: «biřo gyanî ew kabraye bikêşe». kabra gutî: «to nimekî minit kirduwe; şerim bike! hîç nebê mołetêkim bide». ’îzrayîl xoy geyandewe lay xuda, neqłî firîw xwardinekey bo gêřawe. xwa gutî: «başe çil sał mołetî bide, bełam carêkî tir ew keryetîye meke!».

řojêk awdestekeman seyrî lê řyabûn, pîsayî geybuwe biłindayî dîwarî piştewe. serwan bîdarbext hat bo dîdenîman. gutim: êwe çon meşqî engêweyî be serbazan deken?

- debê le dûhezar mîtir xałî řeşî naw hedef bipêkê.

- ew serbazane meşqyan kirduwe yan taze hatûn?

- hîçyan le çwar sał kemtir nîye ke lêren, leber şeřî êwe hêştûmannewe.

- dewere ba biçîne seyrî awdest: kunî awdest ta qûnî serbaz bistêke; zorîş le xałî hedef gewretre, serbazêk netwanê ew kune gewre bipêkê, meşqî çî û fêr bûnî çî?!

zor pêkenî, bangî sergirûhbanî kird, gutî: «fiłan fiłan şude! el’an debê be dû teneke aw bênî le çomřa û bîşoyewe; yan debê bîlêsîyewe!». axrî sergirûhban le çom awî hêna û şityewe.

zanîman ke şeř le nêwan dewłet û pêşewerî hełgîrsawe. bîstiman ke tewrêz şikawe.

řojêk hatin û birdyanme lay ḧakmî nîzamî ke «serheng ẍefarî» bû. çwar serbaz le pêşmewe be tifengewe û çwar le piştimewe be kelepçe kirawî birdyanim û nêzekanyan leser qûnim řagirtibû. be kołanêkda hatîn, çend mindałêkî seqzî diřyan da û çûne berêkî kołaneke û amadebaş řawestan. lam wabû ciřtim bo dekêşin û gałtem pê deken; çawim daxsitibû. her geyştime layan, hemûyan kiławyan dagirt û siławêkî germyan lê kirdim. serbaz têyan xuřîn û hełatin. ew qedir girtiney minałan zor diłgermî kirdim. çûme lay serheng; ḧemedaẍay seray lela bû. gurcê desbendyan kirdimewe û leberim hesta û cêgey nîşandam û nardî çayan bo hênam. ḧemedaẍa basî xoy kird ke çon mułk û małî çuwe û çon le şaperistî lay nedawe.

serheng gutî: to dezanî azerbaycanman girtuwe, qazîş yek dû řojî tir teslîm debê. şitêk bo řojnamey (atla’at) binûse ke qazî bezor toy kirdote komełe; bełkû le mirdin řizgarit bê.

dû beste eskînasîşî leser mêzeke dana, gutî: wabzanim pûłit nîye; emeş bo to.

gutim: cenabî serheng! qazî bezor neykirdûme komełe; ber lew komełe bûm. ḧemedaẍa le basî xoyda dersêkî dadam le kurdperstî peşîman nîm û peşîman nabmewe. gunahî minîş be to û be (atla’at) û be «qwam alsiltine»ş nabexşidirê...

guřandî: «werin bîben!». neyhêşt çayekem bixomewe, têrî cinêwî zor pês pêdam û heřeşey kird. desbend le dest hatmewe ḧibsexanekem.

řojêk leser daway xom birdyanme ḧemam. dîsan heşt serbaz birdyanim û le derkî ḧemam destyan kirdimewe û le dirga řawestan ke dway çaregêk bîme der. řîşim zor hatbû, tîxî řîş taşîn memnû’ bû. kabrayekim dî le ḧemam, nasîmewe ke řojêk le bokan pêkewe aşna bûyn. ew xoy lê gêl kirdim û timaşay nekirdim. gutim: «bira ba gîrawîş bim, bo namdiwênî?». swêndî xward ke natnasim. ke pêm gut to le bokan bûy, gutî: «xwa eyzanê ewe biram buwe û min efserî erteşîm!». boxoy řîşî taşîm û zor ’uzirxiwayî kird.

ke hatme der le ḧemam, kabrayekî sîskey kurtebała gutî: «hejar! min nafî’ mezherî şa’îrim, hatûm le ḧemam bitbînim». îtir serbaz neyanhêşt bîdwênim û ew ḧesretem êstaş her le dił mawe.

le seretay damezranî dewłetî ’êraq ke dadga bedest melayane buwe, dełên nafî’ mezher le hełebce feqêyetî kirduwe. «min boçî qur’an be şî’rî kurdî terceme nekem?...» le sûrey (alqar’e) dest pêdeka: «elkutêner, welkutêner, nazanî çîye elkutêner? řojê ke xełk ebin be pûley ser lêşêwaw, wekêwan ebin be xurî pişewekiraw. ew kesey qurs bê terazûy, wa le ’eyş û xoşîye. ew kesey sûk bê terazûy, daykî ewe hawye. to nazanî ewe çîye? agirêke germ...». qiř deygirin. melay ḧakim dû mangî ḧebis deka!

emcar şî’rêk leser hejarî û çareřeşî feqê dełê û tyaya (sergunî xoy şîn nekird cibrîl) hatuwe. deybenewe berdestî ḧakim:

- hetîw bo kifirit kirduwe?

- boçî qurban cibrîl gunî heye?!

- wist! bê’edeb! gunî kwa?

-desa gutûme hîçî şîn nekird!

be tika û řecay xełk wazî lê dênin.

dû mang bû ḧebis kirabûyn. «serwan bîdarbext» řojêk hat; zor kiz û keneft dyarî deda, gutî: xeberî zor naxoşim pêye; zor xembarim bo êwe.

gutim: axir ya lêre demankujin yan demannêrne taran, debłê çîye?

gutî: êwe emřo azadin û nanî nîweřotan nadeynê. boyeş kizim ke taze meclîsî gep û gałtey degeł êwem namênê!

baweřman nekird. gutim: deçme lay ẍefarî. îcaze diram. ẍefarî gutî: bełê azadin.

gutim: «kewabê detwanim biçme sałḧawa? xizmim lewê hen».

gutî: «na, debê ême be ḧurmet beřêtan keynewe».

têgeyştim ke berdanî řastî nîye û her demgirnewe. çûme menziłî ḧemedemînaẍa û qasmaẍa le seqiz ke herdukyan biray ḧîzbî bûn. boyan gêřamewe ke le paş şikanî azerbaycan, pîşewerî û zor le darudestey hełatûn bo řûsye. qazîş hatote ḧemamyan û bê şerit xoy teslîmî dewłet kirduwe. ew daway le sertîp humayûnî kirduwe ke êwe berbiden. be kotrî nameberda fermanî azadî hatuwe. gutyan zebîḧîş penay be kunsûlgerî řûs le wirmê birduwe; řayannegirtuwe. degeł seyd eḧmedî seyd teha û diłşad be maşênêkî ḧîzbî řay kirduwe bo ’êraq û řadyo lenden xeberî dawe.

gutim: «êwe natirsin?». ḧemedemîn destî bu sope řadaşt, gutî: «hemû řojê guzarşêkim nûsîwwe, řenge piř bew sope bibin. min hewałî dewłet bûm! qasim aẍa gutî: eger qazî nefewtaba ême hemûman defewtayn».

beřastî xeber û basêkî diłtezên bû...

lew ḧepseda zorim qerzî îcarey kitêb kewtibuwe ser. çûme dûkanî kulahî:

- kwa ḧîsabit çende?

girya, gutî: «birya mirdibam û ew řojem nedîba. yek şayî pûłim nawê. ew řojeş le tirsî efsereke daway ew pûłe zyadîyem kird».

paş nîweřo ke debû sefer bikeyn û çawenořî tirombîl bûyn, sertîp humayûnî hat û eḧwałêkî pirsîm. gutim: min demançekem lê sêndirawe, ḧez dekem bimdenewe. gutî: ca bo çîte? xo ême zor zû çek le hemû kurdêk destênîn. gutim: bełê ewdem qeydî nîye, bełam êsta bo min şerme betenya le çek kirabim. gutî: demançekey bidenewe, dayanmewe. humayûnî gutî: «min swarî tirombîlî ’ewłaẍay êlxanî debim, qasmaẍa û ḧemedemînaẍa û hejar swarî maşênî min bibin û le bokan yektir debînîn». cige le ême syan, serbazêkî řannide û efserêkî serřişitedarî le seqzewe berew bokan hatîn. le řêge tûşî pol polî setî û dûsetî le fîda’yanî pîşewerî debûyn ke kurd tifengyan lê sandibûn û be komeł zor zor degryan û yaḧusênyan degut. efserî serřişitedarî deygut min şa’îrim. aẍayan gutyan eweş şa’îre. hełîpêçam ke nimûneyek le şî’rî xomî bo bixiwênmewe û tercemey bikem. ewem bo xwêndewe ke dełêm:

řołe namûst wek xizmekanit
nedey be şekir, destim damanit
şeref gewhere, qîmetî naye
dewît řûřeşî herdûk dinyaye
ew kese pyawe, bo xak û awî
řoḧ danê û be çak bimênê nawî
netbîstuwe watey zanay serzemîn
merdane mirdin nek ḧîzane jîn

bom terceme kird; aferîmî lê kirdim. minîş mebestim lew dû aẍaye bû ke be bê şerim şanazî be xeyanet be gelî xoyan deken.

nwêjî şêwan le bokan tûşî sertîp humayûnî bûynewe. gutî: «ba hejar le małî qasmaẍa bê, sibey hemûman deçîne mehabad». çûme menziłî qasmaẍa ke le małe ’ebdułłay baramî bû. kak hemzey kone hewałim hat. gutî: were le małî min bixewe, gutim: «wabzanim qasmaẍa řê nada. çunke wa dyare minî pê sipêrawe be hîç kwêda neçim». hemze daway le qasmaẍa kird ke min berête małe xoy. qasmaẍa gutî: «lêreş nwên heye bo bêt?». hemze gutî: «min bełên dedem ke sibey bîhênmewe lay to û eger wa nebû, ba min î’dam ken».

qasmaẍa gutî qeydî nîye ba bêt. her çûynewe hemze hełîpêçam ke řake û xot xelas ke. zorî ḧewl da; gutim: «çunke to bûye zamnim hergîz řa nakem. ba bizanîn çon debê...».

be xeyałî xom wam danabû ke le myandiwaw îcaze wergirim û biçim be pê û şwênî ’ebdułłay biram ke le tewrêz deyxiwênd. ewsa le tewrêz xom bişarmewe ke şarêkî gewreye û namdoznewe.

beyanî degeł hemze hatînewe lay qasmaẍa. şeypûrî sefer lêdedra û leşkir berew sabłaẍ derçû. ’eşayrîşyan degeł deçûn.

le qasmaẍam pirsî: kwa kake řeḧman?

gutî: nexoşe û le gundî şêxlere.

gutim: natwanim bîbînim?

le paş tawêk bê cwab manewe gutî: min wam pê başe biçîye lay kake řeḧman û pêy biłêy bitnêrête qeregwêz lay eḧmedaẍa û herga be mesłeḧetman zanî; detwanî bêye sabłaẍ, emřo degeł leşkir meye.

her ew way gut, ew pyawey ke wextî xoy xeberî xeyanetî dêbokiryanî dabûmê, gurcê le esp dabezî û awzengî girt û gutî: «were swar be û biço şêxler». lebin lêwanewe gutî: «min em espem nawêtewe; îtir xot dezanî». swar bûm û her le kołanî ḧemamewe kirdime ẍar. le şar derçûm û teqłekut řûm kirde şêxler. le řêge wam ḧel kird ke eḧmedaẍay qeregwêz zorî xirape degeł dewłet kirduwe; minîşî xoş nawê, qasmaẍa deyewê min bibme dyaryekî dest û eḧmedaẍa bimgirê û gunahî be hoy minewe bibexşirê. be humêdim em xeyałem řast nebûbê, bełam way bo çûbûm...

geyme ber dîwexanî şêxler. kake řeḧman û çend kesêk řawestabûn. dabezîm û gutim:

- ḧulle meresê, hatînewe ser sê, řîsekanman bowe xurî!

kake řeḧman wek neybîstibê wabû. řengî bizirkabû, lêwî delerzîn, dyar bû zor tirsabû. çûyne wetaẍ, tawêkî pêçû, kes çay bo nehênam. gutim: «mirdin mirdine, lînge firtekey çîye? kake çayekim bidenê!». şî’rêkim le baxełim derêna, gutim: «le ḧebsida em şî’rem gutuwe, zor bezim û gałteye, basî çonîyetî ḧebsixaneye, ba botan bixiwênmewe». kake řeḧman zû le destî řifandim û denaw kûrey hawîşt û sûtandî. ḧeyfê ew şî’reşim çû ke wêneyekî tewaw le jyanî ḧebsexanem bû.