çon hełatim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  952 Dîtin

řaspêrî qasmaẍam řageyand ke espêkim bidenê û biçme qeregwêz. kake řeḧman gutî: «ne espit dedemê, ne laşim waye mesłeḧete biçîye lay eḧmedaẍa. boxot ya biço xaneqa yan dereẍe». gutim: «bełê xom degořim û deçme lay tereẍe». cilkî taze û başî xom be cilkî pîs û xirapî feqêyaney mela ’ebdułłay ḧesarî gořîyewe. kitêbî camî û hêndêk qaqez û qełemim xiste buxçêkewe û bûmewe be feqê. dawam le mela ’ewła kird ke sê hezar timenit le laye eger dekirê bimdewe. gutî: hîçim nîye. mîrza ’ewłay baramî gutî: «min pênc sed timenit dedemê û le mela ’ewłay destênmewe». demançekem da be kake řeḧman ke eger twanî bîfroşê, pûłekey bida be mindał û birakanim. her ew řoje ber le nîweřo be byanûy çûne tereẍe derkewtim û berew meḧmûdawa řoyştim ta le dêy şêxler nedyû bûm. damqełaşte xwarê û hatme naw mêşey meḧmûdaẍa û řû be cenûb be mêşeda řoyştim. le mêşe nehatme der ta le gundî qaqława tawim lê awa bû, lam da.