wituwêj legeł dewłet

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1160 Dîtin

be fermanî pêşewa małim le bokanewe hate sabłaẍ. kuřêkim hebû be nawî «şêrko», temenî çwar mang bû; ke dîsan degeł sedrul’îslam û zebîḧî û ḧacî ḧemedaẍay şêxałî beřê kiram bo seqiz û giftigo kirdin. sedrul’îslam dway dû řoj geřayewe. birdyanîne małêk le seqiz û pasewanêkyan le derga danabûyn. emcar debwaye yek le min û zebîḧî řegeł karwanî azûqe biçîne bane. gutim: «zebîḧî to zorcar ḧebis kirawî, lêre demangirin, le řêgewe xot derbaz ke û ḧewlêk bo ême bide ta negîrawîn». zebîḧî le řê řaykirdibû. le sabłaẍewe hêndêk dirawyan be «kakaẍa» nawêk û řannideyekî ermenîda bo nardibûyn. goz û gumbet hatne serman û daway çek dananyan lê kirdîn. min ke lawêk xwêngerm û bêtecrebe bûm lam wabû çek lê sandin zor şerme, demançey xom neda û be efserekem gut: «debê bikujrêm û demançem le qedî bikenewe». efserêke gutî: başe le to nastênim.

de’êwarêda hatewe laman, gutî: «to ḧez dekey biçîye naw şar, were pêkewe biřoyn». çûyne qeraẍ çemî seqiz. zor benermî gutî:

-biram min kurdî kirmaşanîm, toşim zor weber dił kewtuwe ke bo azadî gelî kurd ḧewl dedey; bełam hêşta zor kałî. lêm řûne min piřkêşîm bikirdaye be demançe detkuştim. dewruberî şar pitir le çwar hezar serbazî têdaye.

derçûnit miḧał bû; deyankuştîyewe. ewcar dewłet hezaran efserî le min ziltirîşî heye ke be kuştyan deda û gwêş nadatê. tikaye lewe ’aqłitir be, ḧeyfe le dest biçî. çawenořî firset bew deng meke... her emřo ḧebistan deken. ewendey bom bikirê yarîdetan dedem... xulase xaw bûmewe. pêkewe çûyne bazař ke kitêbî dastan bekirê bigirim û le zîndanda xomî pê bixafłênim. efsereke nawî wabzanim «nasirpûr» yan «nasrî» bû; birdimye dûkanî kitêbfiroşêk be nawî «kulahî». kabra gutî: «her kitêbey şewê be dû qiřan be emanet dedem». xoy lê tûře kird ke: bê’însaf îcarey kitêb şewî çwar şayye, bełam naçar qibûłim kird û çend çîrokêkim wergirt.