barzanî
demanbîstewe ke le kurdistanî ’êraq mela mistefa barzanîKes şořşî kirduwe û degeł ’êraq û îngilîs şeřyetî. du’ay bexêrman dekird û bedił degełî bûyn.
mîrḧacî damezrênerî «jê-k» û efserêkî tir ke nawî «mistefa xoşnawKes» bû, le supay ’êraq derçûbûn û çûbûne lay barzanî û lewêwe bo peywendî degeł ême hatbûne sabłaẍ û tewaw degełyan mabeynim xoş bû. bekurtî basî şeřekey barzanî û îngilîs û ’êraqim le dway çapî dûhemî şerefnameda nûsîwe.
payîz bû; baran debarî. gutyan barzanîyekanî aware hatûne gundî qunqeła le nizîk sabłaẍ. bepele degeł «ḧemey mewlûde çirç»da bû tirumbêlî barîman xwastewe û çirpî biřawman le mêşeyek lê bar kird û bo barzanîman bird. zorî nebird barzanî hatne şarewe. xełkî sabłaẍ, wird û dirişt bo pêşwazîyan derkewtin. xorak, cilk û pêław, le hemû małanewe barbû dehat. xom dîtim mindałêk ke komay cilkanî dît, kewşekanî xoy fiřê da û be pêxawsî řay kirdewe mał. barzanî, ewî çekdar bû le serbazxane damezran, mał û mindał û patałîş le dêhat cêgeyan danê. bo yekem car ke çawim be barzanî kewt zorim xoş wîst. ewîş leser qisey mîrḧac û mistefa xoşnaw ke basî minyan bo kirdibû, zorim degeł řûxoş û be îltîfat bû. îtir ew xoşewîstîye dewamî kird ta barzanî çûne wiłatî řûsan û ke hatîşnewe ’êraqê ta barzanî wefatî kird her zor lutfî degełma bû.