ḧîzbî dîmukiratî kurdistan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1406 Dîtin

qazî û hewałanî ke le dûhem seferî bako geřanewe, řayangeyand: řûs le nawî «jê-k» řazî nîn; çunke ḧîzbêke bo azadî hemû kurdistan têdekoşê û îngilîs û turkan tûře deka. debê nawî xoman binêyn «ḧîzbî dîmukiratî kurdistan» û daway xudmuxtarî le êran bikeyn. zorman ew xebere leber giran hat, bełam çar çîye, qibûł kira. min êstaş nemtiwanî nawî «jê-k» lexom dûr kemewe û kartî ḧîzbayetî dîmukiratim her wernegirt; bełam le çalakî naw ḧîzb kurtim nehêna.

ḧîzbî dîmukirat leser dar û perdûy «jê-k» damezrayewe; bełam ewcar be eşkira karî dekird. îtir ew heybet û nawî pakey ke le «jê-k»da hebû, çunke nihênî bû, zorî le kurtî da. endamî fêłbaz û berjewendî xwazî zorî têhat. zorî nebird zanîman ke «qasmaẍay êlxanî» ke birayekî ḧîzbî zor xoşewîst bû, le paş geřanewey le bako, çote başgay efseranî tewrêz û boyan bote casûs beser ḧîzbewe. ewe yekemîn dawî xeyanet bû ke de nawmanda qewma. îtir şîrazey tenzîm û tekuzî pêşû hełweşa û xizmayetî û aşnayetî û xobexoyayetî kewte nawman û hey le wey zirîng bê û xoy wepêş xa. le gunahî xeyanet xoş bûn û nemanî zebir û zengî zemanî tirsandinî «jê-k», zor kesî şêlgîr kird ke xeyanetîş biken û her le nawmanda bimênnewe. êran û ẍeyre êran deyantiwanî nokeranî xoyanman denaw xizênin. be carêk dergay ḧîzb kirabowe û her kes dehat bê lêkołînewe qibûł dekira. qasim aẍa her be bira mayewe û zor aẍayanî dîş hatnewe nawman û be dił legeł dujminan bûn.

řojêk pêşewa qazî miḧemmed le meclîsêkda gutî:

- zorim pê seyre, zor basî nihênî heye ke mixaberatî îngilîs disbecê deyanzanî.

serim birde bin gwêy, gutim: şêx me’sûm xeberyan pêdeda.

gutî: řast dekey, min hemû qisey xom lay ew dełêm. bełam şêx zorî lagîr lenaw şaristan û ladêda peyda kirduwe; çonî dest bo berim?...

gutim: şêx le mizgewtî bazař deyxiwênd û mamî le tałş bû. amozayekî be nawî nesredîn le la bû. şêx le sabłaẍ xwêndinî tewaw kird, řoyştewe byare. dîsan geřayewe sabłaẍ û destî be xwêndin kirdewe. min be xeyał lam wa bû pyawî îngilîsane û karyan pê siparduwe; bełam dîsan tewaw lêm řûn nebû. zor sał kewte nêwanewe. le beẍda dûkandar bûm, bekêk hate lam gutî:

-min le zîndanî beẍda degeł nesredîn nawêk gîrabûm ke toy denasî û deygut zor kuřêkî sawîlke û eḧmeqe. babim le tałş û şêx me’sûmî amozam le sabłaẍ cige le şêxayetî û feqêyetî, karî girîngtiryan leser bû. emnîş girûban bûm le leşkirî lîvî îglîsekan. bo maweyek me’mûryetyan damê çûme sabłaẍ û seqiz û degeł babîşim peywendîm hebû. xom kirdibuwe feqêyekî zor bedîn, hejar lay wabû mela’îketim!

ewsa zanîm ker lekwê kewtuwe û kunde lekwê diřawe. nesredîn be girûhbanî le (dankerk) be dîl gîra û degeł dîlî ełmanî aługoř kira. le paş hełweşanî leşkirî lîvî, qederêk le êran le terḧî çwarî emrîkayî karî kird û leser jin, pyawêkî le byare kuşt û le zîndanî beẍdawe basî ew eḧmeqyey minî kirdibû. şêx me’sûm le sabłaẍ her mayewe û dewłemend bû. jinî le sabłaẍ beser jinî byare hêna û bû be pyawî sawak û xawen zewî û zar û zor be destełat. bełam dîsan zor le lawanî diłgerm û pak hebûn ke axyan bo řojgarî «jê-k» hełdekêşa û bewpeřî diłpakîyewe ḧewlî geşekirdinî şořşyan deda û hîç sard nebbûnewe.

řojêk le myandiwaw leber qawexane le ser kursîyek danîştibûm. kabrayekî ermenî be nawî «aram kurdyan» hat be tenîştim danîşt. bebê ewe řû bikate min le ber xoyewe gutî:

-min natnasim; bełam eger to hejarî, hełê. sê biraderit: zebîḧî, qasmî qadrî û diłşad û le bałanîş gîrawin û êsta deyanewê to bigirin.

way gut û řoyşit. ca were hełê, be pê ta tewîle û myane yek bîn řam kird. destim le kamyonêk hełêna, gutyan biço ser barî gêç. bayekî zor tund gêçî be ser û çawimda deda. le řê bibûme heykelê le gêç; hîç kwêm be derewe nema. carêk tozêk xom tekand û çawim hełêna, řoj le awabûnda bû, wemzanî mange! de řojîş her gêçim le lût û gerû pak dekirdewe. (tarîxî ew řoje: -awayl abanmah 1324- ke sertîp zengene nûsîwye).