basî ’elyaẍa û pyawekey (babekirî selîm aẍa)

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  1167 Dîtin

basî ’elyaẍa û pyawekey, babekirî selîmaẍa:

dinya ’eşayrî bû, ḧîzb û komełeyek nebû, bo serdanî ḧemedemîn ḧedadî çûbûme (kanyeřeş). çûme desniwêj girtin, le kunî dîwarî awdestewe dîtim ’elyaẍay êlxanî degeł kabrayek hatin û pałyan da bew dîwarewe ke min lewdîw gwêm le qiseyan debû. ’elyaẍa gutî: «zor selam le babekirî selîmaẍa bike, biłê: ’elî deygut neka deẍîlî bim firîwî hetîw metîwan bixiwa û kurdayetî û şitî wa bika, eger ême ew kare bikeyn aẍayetîman le dest deçê...»

carêk řûsan zor pyawmaqûłî wiłatyan bo bakoye bang kird ke ’elyaẍa û qerenyaẍa û ḧacî babeşêx û zor aẍay tirîş lew bang kirawane bûn. ke hatnewe bîstiman baẍrofî serokî wezîrî azerbaycanî řûsya gutbûy çitan dewê botan pêk bênîn, yek dełê şekir, yek dełê zînî ’urûsî, demançe... min demeteqeyekim le ser nûsîn û le «nîştiman»da çap kira. têrim gałte be ’eqłyan kirdibû. ’elyaẍa heřeşey kirdibû ke ew şa’îre her dekujim. maweyekî zor nemdewêra be gundî ewda biřom û řêgem bo şarî sabłaẍ gořîbû.

řûsan çekdaryan kirdîn û hêzî pêşmerge pêk hat û meşq be pêşmerge dekira û tewaw bûjaynewe.

carêk degeł mela řesûł nawêkda nardiram ke mela xelîlî gořomer bikeyne lagrî şořş, bełam herçî şêr û řêwîman bo hênayewe milî neda deygut swênd be ała xwardin pyaw kafir deka û bîstûme kiçan leser xeyaban řêje deřon! paş çeqqe û swêndî zor, řazîman kird be qur’an swêndî bo xwardîn ke yarîdeman bika û hergîz xeyanetman pê neka. bełam zor zû xeyanetî pê kirdîn û swêndekey weber pê da.

be şa’îr nawim ziřabû. leser daway řewabîtî ferhengî êran û řûs be xo û şî’rekanmewe çûme tewrêz. qerar dira boşim çap biken û tercemeşî be zimanî azerbaycanî biken. gutyan le utêlêkî xoş datdemezrênîn û çawedêrit debîn ke pyawî êran zyanêk pê negeyenin, qibûłim nekird. çûmewe ulêlekey ke le sayey dengixoşî hemzewe bibume hewałî xawenekey. jûrêkî betenya damê û řojê se’at heşt deçûme lay «ce’fer xendan» şa’îrî meşhûrî azerbaycanî û tercemey şî’rekanim be farsî bo debird û ewîş deykirdine şî’rî azerî. ałekokyan be kurdî le çap da. tercemeşî be nawî laylayî derkewt. wîstyan parey ew şî’ratem bidenê, nemewîst û gutim dyarî min bê bo řûsya!

çend şitêkî serinc řakêşim lew sefereda le bîr mawe:

le tercemey şî’rekanim ke geyme ew beytey dełêm:

be hezar weznî hezar şî’rî degut
geybuwe řîzî hejar û pûşkîn

ce’fer xendan pirsî: pûşkîn denasî?

gutim: her ewende dezanim şa’îrêk buwe.

gutî: kuřim to ەێشتا mindałî, şanazîş be şî’rî xot dekey. lekurdyekeda bot çap dekeyn, bełam tercemey nakeyn. pûşkîn zor lew payeberiztire ke min û to xomanî bênîne řîzî.

zor be xoda şikamewe...

řojêk ’eksêkî minyan be tercemey şî’rêkewe le řojnamey «weten yołinde»da çap kirdibû. ewendem keyf saz bû her nebêtewe. pitir le sed jimarey řojnamekem kiřî û nardimewe bokan û sabłaẍ.

le tewrêz cige le tercemey şî’rekanim řojane deçûm deste kiçêkim fêrî sirûdî kurdî dekird. ew sirûdey ke carcar le (êrewan) dełên: «xakî gewhere, awî kewsere...» yek lewane bû. cige le «weten yołinde», ’ekis û tercemey şî’irim le komełe nûsrawêk be nawî (kořî şa’îran)da çap kirabû. îtir be kilk gwêzim deşkand. her kîjêkî lewaney ser be êdarey ferhengî řûsan bûn, ke lêy depirsîm to kêy? gurcê ’ekis û şî’rî çap kirawim dena berdemî!

le bîrme řojêk ce’ferof nawêk le řewabîtî ferhengî gutî:

- bezim û kobûneweye. xot ke hîç, kartî dostanîşt wergire bangyan ke.

- kartêkim bo qasmaẍa deye.

-aẍa?!

- zor pyawî çake û degeł xomane.

- kuřim mar mare, sipî û bor û zerd û sûrî nîye...

le řojgarî komełeda zor şî’irim nûsîwin ke hêndêkyan le ałekokda ko kirawnewe. pitir le dû hezar beytî be xet mayewe û řûnakayyan nedît!

bo carî dûhem qazî degeł çend kesêkda çûne bako, lêyan pirsîbû: «çone şa’îrekantan degeł xot nehênawe? ême zorman řêzî şa’îran lebere». emeş zor buwe mayey diłxoşî min û hêmin û qazîş naznawî şa’îrî mîllî le herdûkman na.

ta ḧîzb be nawî «jê-k» bû, endamanî nihênî û kes nenas bûn, hemû kes be çawêkî zor beqedrewe lêy deřwanî. way lêhatbû hîç lawêk be çawî herzekarîyewe le hîç kîjêkî nedeřwanî. dizî û diro û destibřîn be yekcarî barî kirdibû. le ladê eger zyanyek bikiraye, eger gurîs û amrazêk win bwaye, qet kêşey leser hełnedaysa û gum bûyan dedawe be xawenî. xełk le ser xermanan nedenustin ke deyanzanî kes dizîyan lê naka. kîj û law çend şewan pêkewe şew be kêw debûn, bo řêwas ba çirêş, kes diłpîsî le kes nedekird.

carêk le zenbîl mîwan bûm û xerîk bûm biřom. lew demeda desteyek mirîd hatin. seyd gutî řaweste qisem heye. sofîyekî pîr destî maç kird. seyd lêy pirsî «sofî toş bûye komełe?» gutî: «qurban xwa be nisîbman ka. be xwa min destî bapîrtim giław kirduwe, bûme mirîdî babit, êstaş mirîdî tom, qetim dest le xirapekarî û dizî bernedawe. bełam le sayey komełewe hemû xirapeyekim wela nawe. zeman zemanî miḧemmedî mehdîye...»

xom lawêk bûm le temenî bîst û dû sałîda, degeł biraderêkî ḧîzbî be nawî «’ebdulqadir debaẍî» řamdebward. zorcar deçûme małyan û degeł ’ebdulqadir û xuşkekanî bêteqîye gememan dekird. řojêk yekêk pêy gutim: «xoşî lexot, degeł ew xuşke cwananey debaẍîda keyf dekey». baweř ke ta way negut nemzanî xuşkekanî cwanin ya naşîrîn. lew sawe terkî małe debaẍîm kird û herçî kirdyan neçûmewe, newek be çawî xeyanet biřwanme xuşkî biray ḧîzbîm.

ḧîzbî tûde ke ser be řûsan û le êranda zor behêz bû neytiwanîbû le mukiryan xoy dyar bida. řojêk qazî le tewrêz geřawe û koy kirdînewe û gutî: «qulî yof gutuye ême cige le tûde hîç ḧîzbêk qibûł nakeyn, debê xotan ḧel ken û bibne tûde dena naçarîn bitankujîn. êwe dełên çî?» zor zû cwabman dawe ke ême bo xoman em řêgeman hełbijarduwe, řûs agan lê nebuwe. êstaş her leserî deřoyn û çyan le dest dê minetyan nebê. qazî gutî «xwa şukur lawî kurd wek mîşk wan, ta byansûyewe bonyan xoştir debê». cwabekey birdewe bo tewrêz û geřawe gutî: lew cwabe tirsawin û «qul yof» gutûye: tûde çi guwêk dexwa? êwe her wek xotan bin.