qazî miḧemmed

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1396 Dîtin

małe qazyan zor lemêjewe qazî û destełatdarî şar û benawbang bûn. qazî fetaḧêkyan hebû ke le azayetî û becergîda nawbangî der kirduwe û le şeřî ’irûsan kujrawe. qazî ’elîş ke qazî sabłaẍ buwe le pyawe here beřêzekanî wiłat jimêrawe. dû kuřî le paş becî mawe: «mîrza miḧemmed» ke pyawêkî zor xwêndewar buwe û le zemanî bawkîda çendîn erkî bê ḧiqûqî wek midîr me’arf û serperiştî şêruxurşîdî sûrî girtote esto û zor xoşewîstî xełkî wiłat buwe û le paş bawkî kirawete qazî sabłaẍ. dûhemyan «mîrza qasim» ke be «sedrul’îslam» naw birawe û le desgîroyî damawan û tika bo zîndanyanî bêçareda zorî koşiş kirduwe û be pyawî çak nasrawe û le zemanî komełeda bote nayb le taran.

degeł têkçûnî desełatî dewłet le mukiryan, qazî bo parastinî şar le tałan û biřoy ’eşayrî dewruber, xełkî sabłaẍî sazdabû ke tifeng bikiřn û şewane kêşkî şar bigirin. zor carîş řojane koy dekirdinewe û amojgarî derkirdin. desełatî sabłaẍî tewaw le destabû. pêman xoş bû qazî bibête hawkarman, bełam ew êmey be hêç nedezanî û be layewe kemayesî bû degeł çend řeş û řûtêkî bênaw û nîşan zirme zilîtanê bika.

êmeş hestiman dekird ke ’eşayr û xełkî dîkey sernas çetûne heta nezanin serokman pyawêkî zil û şyawî ḧurmet girtine bênegełman û hîç kesî payeberz be ḧusên řazî nedebû. bełam qazî çon çar bikeyn? řaman despard endaman û lagranman ke le kobûnewe bo witarî qazî biteknewe. ta way lêhat ke qazî xoy hestî bewe kirdibû ḧîzb behêze û gałtey pê nakirê. ewsa dawaman lêkird ke bête ḧîzbewe. qibûłî kird û zor zû biřyar dira qazî serokî komełe bê. îtir zor aẍa û pyawmaqûłan ke piçûkî qazîyan pê şerim nebû hatne yarîman û hatne naw ḧîzbewe. qazî ke małekey qonaẍî mîwananî řûs bû, twanî nêwanî ḧîzb û řûsan xoştir ka û demantiwanî be řaşkawîtir kar bikeyn. dewłetî êran ke le mukiryan paşekşey pê kirabû, îdarey mukiryanî le myandiwaw danabû, be hemû twana ḧewlî deda aẍayanî wiłat le xoy diłxoş bika. şekir û qendî zorî dedanê, piley ḧakmetî şarî be ’eşîretan despard. dujminî sersextî ew řojgareman «qerenyaẍay mameş» û «’elyaẍay êlxanî» bûn. qerenyaẍa zebîḧî girt û heřeşey kuştinî lê kird. řûs beryan da û heřeşeyan le qerenyaẍa kird.