me’mûryet le «jê-kaf»da

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 13 Xulek  1980 Dîtin

mangî cozerdan bû, dirwêney co le dewrî bokan destî pêkirdibû, ḧîzb nardî çûme sabłaẍ, degeł mîrza qasmî qadrî û zebîḧî ke debûyne sê kes gutyan debê biçne (dizey mergeweř) degeł nwêneranî ḧîzbî hîway kurdistanî ’êraq giftugo biken û her qerarêk êwe bîden ême pêy řazîn. be swarî tirumbêl berew wirmê kewtîne řê ke lewêwe faytun heye û demanbate mergeweř. geyştîne gundî (bałanîş), şeř û herayek bû seg saḧîbî xoy nedenasî. zêřo’aẍay herkî û dewłet şeřyan bû. postî emnye sûtabû, heşt kelak dirêj kirabû. her wa kurd bûn le wirmêwe hełatbûn û dehatin. be pele tirumbîlman becêhêşt û berew çya řewîn. çûyne gundî (kukê) ke małe zêřoy lê bû; wîstiman mîwanî bîn. kabrayekî germyanî ke kone aşnay zebîḧî bû le derga gêřaynewe. gutî: zêřo dujminî şêx ’ebdułłay dizeye. lewaneye řûttan bika, çunke deçne małî ew. lewêş bêdeng xoman řizgar kird û çûyne gundî (qasmilû) le dołî qasmilû le bin çyay dimdim, ke êstaş şwênewarî xanî lep zêřînî lê dyare. şew le małî mistefaẍa naw mîwan bûyn. kabra deyewîst řûtman ka, bełam ke zanî demançeman pêye wazî hêna. beyan wiłaẍman le sofî şêre nawêk be kirê girt û çûyne dołî dize. bo nîweřo lay ’ebdulqadrî kuřî şêx ’ebdułła le (girdiwan) bûyn û êware çûyne řeşmałî małî şêx le dize.

nwêneranî hîwa: «şêx ’ubeydîllay zînwê», «seyd ’ezîzî şemzînî» ke efserêkî ’êraq bû, «se’îdî kanî maranî» nawêkîş ke tazelawêk û xwarzay şêx ’ubeydîlla bû-degełyan hatbû. çendîn kobûneweman pêkewe kird û leser dwazde nuxte pêk hatîn ke herdûk ḧîzb pêkewe hawkarî biken û me’lûmat pêk bigořnewe. ca çunke lew şwêney ke pêk hatîn binarî (dałanpeř) û layekî şemzînan û em layey êran bû; nawman nak «peymanî sê sinûr». biřyar dira herdûkman bê xogirtin her kese lay xoy beyaneke biław katewe. dway ḧewt şew le dize be řêgey şinoda geřaynewe. le şinowe be pê hatîne neẍede û le neẍedewe be swarî tirumbîlêkî sînmayîy îngilîsyan ke dehate sabłaẍ hatînewe. ême destibecê nusxe beyanî xoman le nîştimanda çap kird. hêşta biławman nekirdibowe, xeberyan daynê ke ḧîzbî hîwa bew pêkhatne řazî nebuwe û çapî meken. řûpeře çapkirawekey pêkhatnekeman le govareke diřî.

xoş ewe bû ke le bendêk le pêkhatnekeda dełê: «eger îngilîs le ’êraq beşê biden be kurd, nabê kurdî dererey ’êraq heławêrê, çunke kurdistan yekparçeye. ba biłên ême beşî kurd be heq dezanîn û bepêy twana yarîdey hemû kurdîk dedeyn. ke dêmeş degeł řûsan her ew ḧule dedeyn û mukiryan le kurdî turkyan û ’êraq û be cya nazanîn».

ḧîzbî hîwa ke be serokayetîy mamosta řefîq ḧîlmî bû, le mesleḧetî nezanîbû ke hîç nawêk le řûs û kurdî êran û turkye hebê.

basî ew řêkkewtinname mêjûyîye ta êsta le zor çapemenîy nawxoyî û lawekîda kirawe; bełam seyr lewedaye ke nawî «hejar» le hemuwanda fiřê dirawe û nûsîwyane: «zebîḧî» û «mîrza qasim» le êran û «şêx ’ubeydîlla» û «seyd ’ezîz» le ’êraq û «qazî xidir» (yan qazî mela xalîd, carî waş heye gutûyane qazî ’ebdulwehab) le layen kurdî turkyawe em peymanî sê sinûreyan pesind kird. humêdewarim em gořanî řastîye le řûy hîç ẍerezêkewe nebûbê û hełeyek bê le diłpakîyewe řûydabê.

le bokan degeł hewałanî «jê-k» ke namexwa zor bibûn, hawkarîm dekird û be berîşewe kasbîy genim û tûtnifiroşîm dekarda bû.

zor kes layan waye ke ḧîzbî «jê-k» řûsan dirustyan kirduwe, ke xwa hełnagrê řastî bo neçûn. katê ke ḧîzb bo hewweł car le sabłaẍ damezra, řûs hîç agayan lê nebû. demanewîst ke be řesmî bimannasin û yarmetîman biken, bełam herçî koşşiman kird cwabyan nedaynewe. le axrîda ke dîtyan hêzupêzêkman pêkewe nawe, ewanîş leşkirî zoryan le wiłatekeda bû, neyandewîst wiłateke emîn nebê û neweka îngilîs behreman lê wergirê, gutyan ḧîzbeketan řewaye û ême mani’tan nabîn û êweş le nûsrawey xotanda hewałetîy ême biken. «kwêre çit dewê? dû çawî saẍ».

kurd le hemû şwênan, zor azaperist û aza xoşewîste. katê ke hîtler leser bû, degeł řûsya şeřî dekird, hemû kes çepłey bo lêdeda û tarîfyan dekird ke azaye û řûs xwêřîn, egerçî hîtler yarîdey dewłetî êranîşî dekird û dewłetî êranîş leber çawman le şeytan xwêntałtir û dizêwtir bû. leber eweş ke le şeřî yekemda kurdî mukiryan yarîdey dewłetî turkî musułmanyan kirdibû, řûs zorî kuştibûn û zorî be yexsîr birdibû. tenanet çil û heşt se’at qetłu’amî şarî sabłaẍyan kirdibû, ’urûsî kafir zor naxoşewîst bû, bełam ke emcar le ḧukmî komonîstîda hatbûne êran, bîrî xełkyan gořî. ber le her şit çûne her şarêk derkî zîndanyan kirdewe û zîndanî syasî û asayîyan hemû bereła kirdin. melayekî şikak deygut: «ez ḧefsêda bûm. m dî řojek mela’îketeke sorî çav şîn derî vekir û got: îdî suda. em hemî qutar bûn».

çekdarî řûs zułmyan le kes nedekird, hemû kes xoşî dewîstin. xo nexwaza êmey nîştimanperist ke řûsman be firîştey azadîy kurdistan dezanî, be qed gilêney çawî xoman řêzman lê degirtin. le xwaman dewîst êmeş bikewîne ber qanûnî ewanewe. řastit dewê nawî komonîstiman nedezanî, pêman degutin bałşewîk. wa têgeybûyn ke wiłatî řûs hemûy zor awedane, le her geřeke małey, le mencełêkda çêşt lê denên; hemû kes qapî xoy deba û lew çêşte boy tê deken. îtir kes le hîç barêkda cyawazî nîye. hemû karêkîş be dest pyawêke, nawî sitalîne. nazanim xełkî tir çendeyan lem barewe dezanî, bełam lew kateda nemdî kes leme pitrî lê bizanê û zorîş bewe řazî û awatexwaz bûyn û laman wabû her ewan azadman deken û demankene dewłet. ca ewendî le twanada bû, be pexşan û şî’ir be řûs û bałşewîkîman hełdegut. bezim bezmî min û hêmin bû ke ser û binî qiseman siławet le dîdarî sitalîn û du’ay bexêr bo serkewtinî řûsan bû.

ew demane ke le tereẍe bûm û taze dewłet têk çûbû, leşkirêkî dehezar kesî be serkirdayetîy «serheng pizşikyan» nawêk le serdeşt her ma û ḧukmî xoy dekird. gutyan wa ’eşayrî kurd deçne cesteyan. zorim ḧewl da ke çend hewałêkim degeł bê bełkû lew tałane tifengiman des kewê, kes nehat. tenanet be gałte demgut: eger hîçîşman des nekewê, xo tûşî pyawî wa debîn řûtman ka, ba bêkar danenîşîn! ew seferem be nisîb nebû.

’ebdulkerîm kuře gewrey şêx miḧemmedî xaneqa xeberî bo nardibûm ke berew xelîfanî menguřan biçê minîş deygemê, serexoşî le małî ’elî xan dekem. wa dyar bû kesî le min baştir dest nedekewt ke řawêjkarî syasî bim. le řêgeda ke tenya bûm tûşî deste swarêk hatim. řêgeman lêkî dedayewe. swarêk taq bowe û berew min hat. gurcê dabezîm û tifengim hênaye serpê û gutim: meye pêş detkujim! gutî: «babe nehatûme şeř, ewa min le xizmet seyîd kamîlî kuřî seydî zenbîldam û deçîne xelîfan». lew řojewe degeł seyîd kamîl bûme aşna û çend sałan zor dostî nizîk bûyn.

’ebdulkerîm û seyîd kamîl herdûk řaspêrabûn ke menguřan saz ken biçne yarîdey ḧemeřeşîd xan le seqiz. ’elî xan û menguř nehatin. degeřaneweda ’ebdulkerîm serî le (qalwê) da û seyîd kamîlîş her hate ewê. min destim le ’ebdulkerîm berda û degeł seyîd kamîl çûme seqiz; ke babeşêxî mamî seyîd kamîl hemekarey ḧemeřeşîd xan û le seqiz bû.

ḧemeřeşîd xanî baneyî-ke aẍay wêne û daroxanî beşî kurdistanî ’êraq bû ’eşîretî baneyî dway xoy dabû; bane û serdeştî le dest ’ecem derhênabû. paş zor şeřî pałewanane û benawbang, be yarmetîy begzadey feyzułłabegî seqzîşî girtibû, çekuçołî zorî le dewłet sandibû. beytî şeřî ḧemeřeşîd xan, gund be gund û mał be mał degeřa.

mîwan le małan damezran. seyîd kamîl û dest û pêwendî ke minîş yekêk lewan bûm le małî ḧacî ’elî’ekber nawêk damezrayn. nan û xwan û xew le ser ḧacî. hêştan zor şukiranebjêr bû ke baneyîy teşqełebaz nehatûne małî û be nîweşew daway kebabî bazařî lê naken!

karî řojaney seyîd kamîl her ewe bû, ladêyî hawaryan bo dêna keryan lê sandûn, řûtyan kirdûn, tikay bo denûsîn. xan ḧaşay dekird û deyxiste milî pyawî selîm xanî kêwro; selîm xan deyxiste milî pyawî xan.

le dergay jûrekemanim nûsîbû:

ker dizînî seqzîyekan be mesal
her bîna dît bibête îstiqlal!
bêne şikwa, lêyan biken ḧaşa
zû muwefeq debê řeşîd paşa

baneyîy deyanxiwêndewe û pêdekenîn.

dû mangêk le seqiz mamewe. zarawey seqzyan wa fêr bûm ferqim pê nedekira. lew maweyeda xan hêrşî birde ser hêzî ’ecem le (dîwandere) ’eşayrî dewruberî seqiz û eḧmedaẍay ḧacî bayzaẍaşî degeł bûn. ’eşîretî gełbaxî bibûne pyawî dewłet. lew şeředa leşkirî xan zor pîs şika û çend kujřaw û esîrî da. ewîş dû aẍay gełbaxî be dîl girtibû; le seqiz kuştinî. «nafî’ mezher»y şa’îr qesîdeyekî bew hoye gutbû ke zor qesîdeyekî çak bû. çend beytêk nebê lebîrim nemawe. derbarey kurde xaynekanewe dełê:

dizî xanegî wacbe kuştinit
lebo ’îbretî ẍeyre, xwên řiştinit

yan dełê:

çi xoşe ke yek sanye bîte şêr
newek dû hezar sałe bitnêne jêr
çi şîrîne şa’îr ke encamî kar
leser pasî em qewme bitden le dar

tifengekem pênc tîrîkî zor xirap bû. zoř be’awat bûm tifengî biřnom hebê, bełam dest nedeřoyî bîkiřim. şî’rêkim bo ḧemeřeşîd xan nûsî, gutim cayze tifengem dedatê, bełam kes her neyxiwêndewe.

lew maweyeda seyîd kamîl řoyşit ke serî mał bidatewe le (gerdîglan) û min betemay hatnewey le seqiz mamewe, bełam ke ew zorî pêçû nehatewe. le małeke gwêstimewe bo xanêkî keran. şewê degeł kabrayek qerarman da ke pêkewe biřoynewe wiłat. êware sêber şoř bibûn be şar derçûyn. kabra sê xizmî xoy degeł bû. zû têgeyştim ke tûşî bełayek debim û ewane karyan dizî û xełk řûtkirdine. zor be xoparêzî le dwawe deřoyştim û tifengim le ser pê û amadey řûdaw bûm. nwêjî şewanêkî direng le dewrî gundî qareway seqiz hêndêk řeşewlaẍ û kerî be cilewe deleweřan. hawřêkem degeł xizmekanî dirgay kone qawexaneyekyan le ser kerekanda best û gwêlk û panêrekanyan pêş xo da û dizîyan. zor dûr nekewtibûyn, xełkî dê kewtine şwênman û çend tifengyan hawîşt. min ke demewîst le çing ew pyawxirapane řizgar bim, gutim êwe biřon min lêre pêş be hawarçîyane degirim. ewsa řoyştin û minyan becêhêşt. hawarçîyekan dway çend gulle teqandin geřanewe. ewsa swar bûm û bê řêge milim lêna. tûşî coge awêkî zil bûm, wîstim baz dem, heym le maynekem kird bazî da, bełam tengey zîn pisa û kewtime naweřastî quř û lîtey coge. her çonêk bû hatme der û çirayekim le dûr bedî kird û hawarim kird. dyar bû xełkî dî detirsan. axrî dû kes be tifengewe hatin. ke zanyan cêy tirs nîym, min û zînî quřawî û maynyan řakêşa û birdyanme małêk. xom şiştewe. kabra çay bo lênam û ḧesamewe. ke basî xom bo gêřayewe, be layewe seyr bû. gutî:

- ew hawřêyet ke nawî ḧemekerîmî mecîdî bû, bo dû qiřan pyawêkî kuştuwe, seyre to necatit buwe. řenge le tirsî seyîd kamîl neywêrabê bitkujê û mayn û tifengit berê.

pitir le sî sał be ser ew řûdaweda řabirdibû, řojêk çûme xizmet barzanî. sofî ’elî nawêk zor begermî eḧwałî depirsîm. barzanî fermûy:  «le kengêwe hejar denasî?» gutî: «qurban lew sawe ke ew kerî le dewrî seqiz dedzî!» çîrokekem bo barzanî gêřawe; fermûy «nemzanîbû kerîşt dizîwe!»

komełî «jê-k» deyewîst xełkî şar bitirsênê şew teqeyan le ḧakmêkî êranî kird ke weber nehat; bełam le şar hełat. «’îsazade» nawêk ke zemanî pehlewî şeytanî le xełk dekird û zebîḧî û faruqî be girtin da û xeberî le min û mela ḧemedemînî ḧedadî dabû, le dest dewłet hełatbûyn û xoman şardibowe be emrî ḧîzb kitêbxanekey tałan kira. tirs û lerzêkî zor kewtibuwe naw xełkî şar û le dujminî nadyarî detirsan. wirde wirde her dujmin kem debûn û dost zor. ta way lêhat ke destełatî komełe le şarî sabłaẍda tewaw perey sendibû ewî xoşîşî nedewîst lêy detirsa.

carêk xeberyan da ke dewłemendî şarî, ḧîzbî xoyan le dijî ême dirust deken û fiłane şew le mizgewtî seyîd nîzam kodebnewe. qerar dira lêyan têk deyn, bełam neşdebû binasrêyn. ḧusênî serokman paş kêşe û heray zor ew erkey xiste ser şanî xoy ke wa neka bînasin û lêşyan têk da. be cilêkî gořaw, dem hełpêçraw, le mizgewt çûbuwe jûr û demançey derhênabû, ke:

-wa wa lêkirawîne! řûḧ be kwê deben?...

ew hemû dewłemende qełewane wek cindokey bîsmîlla lêkiraw her ewendeyan bo kirabû ke le pencerewe baz den û xo derbaz ken. pitir le dûsedit cûte kewşî zor baş lewê becê mabû.