şeřî komełe û dewłet

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 12 Xulek  1554 Dîtin

komełe û dewłet le dewrî serdeşt şeřyan bû. leser daway xom nardimyan ke lew şeředa beşdar bim. degeł çend pêşmergeyekî xomałî weřê kewtîn. řê befir bû; dinya kiřêwey dekird. şewêk le gundî (qozliwê) le małî aẍa maynewe. yekêk be gwêyda sirkandim: «kabrayek lem dêye deyewê bitbînê û nawêrê bête małî aẍa». xom çûm. małêkî řût û qût û şedar û tarîk. pyawêkî řidên sipî danîştibû, xom pê nasand. gutî:

-to şa’îrî, minîş şa’îrim. demewê şî’rêkî xomit bo biłêm.

destî pê kird nizîkey de deqîqe beytêkî gut ke leser şořşî kurd û qazî danabû. beytî be biř pêda û lêy pirsîm: «pêt çon bû?».

gutim: «zor xirap bû. mame to zorit wişey ’arebî melayane bekar hênawe, ta biłên wek xwêndewaranit gutuwe. xozge be zimanî şwananit bigutaye û ’arebî têda nebwaye. min ke şî’ir dełêm her nařeḧetî ewem kurdî baş nazanim û naçarim wişey bêgane be kar bênim».

gutî: «desa wełła min xom şwanim. gwê bigre...».

leserřa destî pê kirdiwewe, be bê řaman beytekey tewaw gořî. beřastî serim sûř ma: xudaye çend hezaranî wa bilîmetman lê hełkewtuwe û wek befrî par twawnewe û xeberman nezanîwin û kes qedrî negirtûn?... nameyekim bo nûsî û gutim bîbe sabłaẍ, eger minîş nebim to lewê karit dedenê û bexêwit deken. bełam bîstimewe ke mangêk dway ew dîdare pîre mirdibû; neykirabû name berête sabłaẍ.

pêşmerge abłoqey gundî qułtey dabû ke pêncised kesêk supay êranî lê bû.

şeřkeranî ême cige le bîst pêşmergeyek, çekdarî gewrkî dîwî serdeşt û swêsnî bûn. zorî nebird mistefa xoşnawîş hate laman. řojêk degeł «diłşadî řesûłî» ke lawêkî edîbî kurd bû, be swarî be miley kêwêkda deřoyştin, ’ecem be top dayangirtîn. ewe yekemcar bû ke topim pêwenên û bibînim gulle top le nizîkewe dekewê. wabzanim min le şermî diłşad û diłşad le şermî min danman be cergî xoman řogirt û hełnehatîn û topîşman wê nekewt.

çend carêk le şeřî naw sengerda beşdar bûm. carêk xeberyan da ke leşkirêkî sêsed û penca kesî le banewe dên bo řizgar kirdinî qułte. şew çûyn xoman lê dagirtin. berebeyanî geyne berewe û teqe damezra. zorî nebird leşkireke xoyan da be destewe û be dîlman girtin. çek û fîşekman da be ’eşayer û kelupelî wirdeman gêřawe. ke dîtman dû şûşey têdaye, wamzanî areqe. diłşad û yekî tir kirdyane hera ke xoyan bîxonewe. bełam şûşe be awlîmo derçûn û kirdimane çêştewe. nanman hebû, pareşman hebû; bełam qatî û qiřî pêxor bû. zorbey kat be nan wişk û ça řamandebward. çûyne ser gundî (bîzêlê), aẍekeman derkird ke caşî dewłet bû. bo beyanî teyareman hate ser û zorî şêst tîr lê řişandîn; bełam kesman lê birîndar nebû. eweş heweł car bû ke teyare bibînim şeř deka.

heweł şewî ke çûme gundî (şînwê) çend pêşmergeyek noreyan bû bibne kêşkiçî le sengerî dewrî qułtêda. yekyan nawî «westa biraymî benna» bû; dengî zor xoş bû; qetarî zor xoşî gut. gutim emşew to meço; sibey şew pêkewe deçîn. gutî sibey şewîş degeł toda dêmewe senger. beyanî ew řoje westa biraym şehîd kira. dû pêşmerge be nawî «şerîf şikak» û řeḧman çete», çûn be êstir laşekeyan hênayewe. pêm waye le burcekanî dujminewe pitir le pêncised fîşekyan pêwenan, bełam azayane hênayanewe.

qebir hełdeqendira, bangî melayekim kird ke leser qebrekey basî şehîd bika û biłê eme şehîde û namrê. mela gutî:

-çon qisey wa dekem? qet ewe şehîd nîye, xo neçote şeřî dînî îslam!

bangim kird:

-dû qebir hełqenin, yekyan bo ew mela segbabe!

mela zerd û sipî hełgeřa û bêhoş tixêł bû. awyan be ser û çawîda kird; wehoşyan hênawe. milî na wek bilbil; karêkî kird ke westa biraymî wek îmamî hemze û îmam ḧusên ḧîsab kird!

řojêk baran debarî. kabrayek le şewda bangî le kełekewan kirdibû bîpeřênêtewe. kabraman girt:

- çi karey?

- feqîrim û le xêr degeřêm.

biraderan kewtine teḧqîqat û nûsîn. zoryan gut faydey nebû. şew be dengêkî wa ke gwêy lê bê gutim:

- erê be şew kê detwanê be pênc gulle nîşan bipêkê? ew kabraye bênin, daykeyn, bizanîn kê destî řaste!

kabra kirdîye hawar:

- bawkim memkujin! bexwa min casûsî ’ecemanim. kotrî nameber debaxełim denêm, xeberyan bo be kotirda denêrmewe. nardûyanim bizanim êwe çend kesin û le kam xanûda dejîn.

kabraman narde sabłaẍ.

řojê ke teyareman hate ser û daygirtîn; êmeş be tifeng le xwarewe teqeman lê dekird.

min lebin dar twêkewe le ḧewşeda tifengim dawîşt. «’ewła şikak» nawêk ke pêşmergeyekî sabłaẍî bû, leser serbanewe teqey lê dekird. çend car hawarim lê kird: «were xwar, lewê xetere», cwabî nedamewe; gwêy giran bû. dewrey hemûle gulle dabêjra bełam xoy bernekewt. dwaye xom lê tûře kird ke bo le serban nehatote xwar û xoy pena nedawe? ḧîkayetêkî gêřawe ke carêk şêxulîslamî bawkî hêmin le řaw buwe, kerwêşkêk be temał dozrawetewe. nokerêkî gutûye tuxwa tajî têbermeden min be tifeng deykujim, keçî neyhengawtuwe. aẍa lêy tûře buwe ke boçî kerwêşkit lekîs dayn? gutûye:

-bełê aẍa nemhengawit, bełam wam tirsand ke taze řû naketewe em girde!

dway derkirdinî mam ḧesenî bîzêlê laman wabû teyareman dête ser. bo îḧtyat pêş tawkewtin hemû xełkî dêy wetmanawêman wederna. letaw germ bûnda pîrêjnêkim dî berew małan dêt, dengim da ke neye. pařawe ke karêkî zerûrim heye. lam wabû pirêskey pûłî lebîr çuwe bîba, gutim: emma zû biřo teyare dê. dway tawêkî dî dîtim dîsan berew małan dêtewe. gutim: emcar řêt nadem. gutî:

-bequrban, xał se’îdî pêşmerge dełê teyare dujminî qesteserî xurîye; hêndêkim xurî le dîzeyek daye deçim derîdênim!

’ecem qulleyan hebû; topman nebû ke dijî qulle bê. řojêk kabrayekyan hêna, řeş çetewł, gutî min amadem çend narincok lêk bibestim û biçim le bin qullewe bîhawême serê.

-ew xetere bo dekey?

-kake min be sed sał ḧebis meḧkûm bûm. no sałim kêşa, newed û yek sałim mabû, řûs beryan dam; leser zyadî mamewe. eger be selamet hatmewe tifengêkim deye.

-na kake, ew kare meke. pêşmerge be û tifengîşt dedemê...

«’elegawir» kabrayekî diz û çetey meşhûr bû, lew nawe hat bû be pêşmerge. pyawî wa azam zor kem dîwe. şewêk ke ême deçûyne pêş hêzî êran, ke berew qulte dehat, leşkirman beser kirdewe û ’ele dyar nebû; bê ew řoyştîn. zor dûr nekewtibûynewe, le lay qultêwe buwe teq û hořêk her mepirse. be hezaran gulle deteqênra; şeř bû emma şeř. xwaye eme çîye? ême neçûyne ser dujmin, ew birêşke teqandine çîye? ême le şeřî hewrazewe serkewtîn û serbazman be yexsîr girtin. ke hatînewe ’ele le binke danîştibû, tewaw wek golî quřawî. hemû gyan quřawî, tenya pênc fîşekî pêmabû.

-’ele lekwê bûy?

-kake engo barî şeř nazanin. eger qultê be hawarî hewałanî xoyewe hatba, dekewtine nêw dû agiranewe û dernedeçûn. emin xom geyande kanîye jinan le qultê, teqem le burcekan kird. her min fîşekêkim dawîşt, ewan hezaryan deteqand. lebîrim birdinewe ke debê bêne cestey êwe! beřastî taqe kesêk hezar kes meşẍûł ka, her le çing ’eley dehat.

dway nemanî «cimhûrî», dewłetî êran pûłêkî dabû be «selîmaẍay aẍay bayzî», ewîş nardibûy ’elegawir û semed nawêk ke ewîş zor be’aza meşhûr bû, hewałîş bûn bêne lay ke byankate noker û çetey xoy. herdûk çûbûn. lenaw dîwexanî xoyda xoyan beser dadabûn û petyan xistibuwe milyan û le gomda xinkandibûyan.

lê biřabûyn ke hêrşêkî beřpan bikeyne serdeşt û qultê û dujminyan lê derkeyn. biřyar dira şew swêsnî hêrş berne serdeşt û gewirg xo degundî qulte hawên. řojêk le kazîbey beyanewe ta řoj’awa be kełek çekdarman le (kełwê) peřandewe. depaş nwêjî şewanda ferman hat ke debê le dewrî serdeşt bikşênewe. řadyo lenden gutûye kudekan serdeştyan girtuwe. řûsekan lew xebere nîgeranin; nayanewê îngilîsyan tûře ken. gutim: «min em emre gwê nademê û dest le hicûm hełnagirim». paşan ḧałyan kirdim ke ferman le ’erzê nadrê. le daxan giryam... ew şewe be dizîyewe leşkirman becê hêşt ke neweka le řiqan bimankujin.

le řêy geřaneweda le dołêkda, zor dûr wirçêkman dî. tifengêkim pêwena. sûr demzanî nemhengawit, bełam hêndêk le hewałan gutyan kuştit. beřastî xatrî minyan degirt û diroyan dekird. ke hatînewe sabłaẍ, ḧemeḧusên xanî fermandey supa bo ew dest řastîyem, ke hîç řastî têda nebû, demançeyekî xełat kirdim û herçend gutim řast nebuwe, baweřî nekird.

maweyek şeř û hera mat bibû. minyan narde seray lay seqiz ke mabeyn bim û agadar bim ’eşayr ałozî nenênewe; namey nêwan dujmin û dost pêk bigořînewe. carêk xeberim wergirt ke serbazanî dewłet meřî gundêkyan dizîwe. gundeke debwaye ’emerxanî şikak bîparêzê. nameyekim bo nûsî ke çon agadar nebûy û meřyan leber pêy to birduwe. boy nûsîbûmewe: ew serbazane genmyan zore, pêxoryan keme; minîş goştim bo nardin...

carêk «sertîp humaywinî» nameyekî nûsîbû nawî pêşeway (aqay miḧimd qazî) nûsîbû. le cwabîda le batî tîmsar û teřemaş bom nûsîyewe: (aqay ḧacî ’elî), ke bewe zor tûře bibû.

le (sera) lepiř nexoş kewtim. ew řoje barzanî hatbû, hełî girtim û birdimîye sabłaẍ û lewêwe řewaney bîmaristanî řûsye le tewrêz kiram. mangêk pitir mamewe.

ḧemeřeşîdxan le şeřî pêşûyda şika û geřawe, baney sûtand û geyye ’êraq. dewłetî ’êraq birdîye cenûb. le şarî (řemadye) dejya. le cengey şořşî êmeda lepiř hatewe mełbendî seqiz, dû lawî ’êraqîşî degeł bûn be nawî «yeḧya çirustanî» û «ḧemedemîn mengûřî» ke yekyan mela û yekyan şa’îr bû. pêşewa minî degeł mîrḧac narde lay ke biçîne sabłaẍ. le gundî (turkiman kendî) dîtman û betenya řaspêryekem pê geyand. xan zor şiłeja; gutî: nazanî boçîm bang derken?

-ne!

ke hatbû řûsekan dwanbûyan, řastî gutbû ke îngilîsan nardûyanim kartan lê têk dem; bełam qewl dedem be qiseyan nekem û xizmetkarî şořş bim. destan lê berda û le (sera) be nawî jinřał mayewe.

dewłetokey azerbaycan be serkirdayetî pîşewerî milî le aẍa kuştin nabû. temay kirdibuwe aẍawetî kurdistanîş. haşmî xusrewî nawêk le layen sabłaẍewe ḧukmî bokanî dekird. pyawî pîşewerî, haşmîyan saz kirdibû ke şewêk bên û małe meḧmûdaẍa û ’elyaẍa û ḧacî bayzaẍa qetłu’am ken. zor lam giran hat. bêgane bê û kurd be destî şořş bikujê. le bokanewe be hełedawan xom geyande pêşewa. fewren řoyî bo tewrêz û lew karey peşîman kirdinewe. haşmîşyan le bokan labird û darkaryekî başyan kird. małe êlxanî ke bew keyn û beyneyan zanîbû, be supasewe deyangut to nebwayey ême denemayn.

řojêk biraderêk ke nokerî małe êlxanî bû, gutî:

-aẍayan kobûneweyan kirdibû, minyan danabû agam le dirga bê û kes nezanê dełên çî. min le pişt dirgawe gwêm girt. gutyan bîst řojî tir leşkerî seqiz dên û hicûm dekene sabłaẍ, ême depêşda leberyan deřoyn û dwaye řegełyan dekewîn.

ew xeberem geyande pêşewa. le nameyekî be xetî xoyda nusîbûy: «hejar! hezar mamrî şamît bequrban bê, metirse, hemû kar be keyfî to debê». leşkirêkî hezar kesî hat û pêşmerge le qeremusalyan pêşî lê girt û şikandî. aẍayan řewî bûn; bełam firyay řegeł kewtin nekewtibûn.