mîlletî bê kitêb û bê nûsîn

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1111 Dîtin
mîlletî bê kitêb û bê nûsîn
ẍeyrî kurdan nîye le řûyî zemîn
sê qebîle ḧeqîr û bê řûmetin
kurd û domNava taybet û yehûdNava taybety gumřahin
dom û cû çake îttîfaqî heye
kurde bê ẍîretî û nîfaqî heye
cîngeney êre ba wicûdî kerin
herwekû domî ême derbederin
lêwe ’aqłitirin be sed menseb
kuřî xoyan denêrne mekteb
êstekê amîranî kurdistanCih
her le botanNava taybetewe heta babanNava taybet
lem hetîwanî mekteben yekser
kurdekan bar deken wekû maker
wa dyare heta kû dinya bê
kurdekan ḧałyan debê wa bê
cû çi qedrî heye lenêw kurdan
ẍeyrî lêdan û cwên û têhełdan
ḧałetî jêredestî her waye
nokerî karî çakî bo naye