her kurde le beynî kullî mîllet
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
1 Xulek
1667 Dîtin
her kurde le beynî kullî mîllet
bê behre le xwêndin û kîtabet
bêgane be tercemey zubanî
esrarî kitêbî xełqî zanî
yekser ’ulema dirişt û wirdî
nayxiwênnewe dû ḧerfî kurdî
ustadî xetin le em syane
wek dî le zubanî xoy nezane
mumkîn nîye derbiçê le çengî
ḧetta řeqem û xetî ferengî
saḧîb kutub û peyame her kes
ême nebê bûyne qewmî çerkes
kake eme mu’mînîn, ne řûsîn
boç kifre zubanman binûsîn?