were seyrî bizane lawî koyî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 3 Xulek  782 Dîtin
were seyrî bizane lawî koyî
mehe danîştuwe ya serwe řoyî
heyase û pestekî lay nêwe şanî
keway şîrdax û fês û camedanî
be yeẍmay dawe xerqey şêxî hîndî
ředa û teylesanî neqşibendîNava taybet
ke bîstî seydî dił lem dewre bawe
le penca cêwe şestî zulfî nawe
diłî wîstim dû çawî, danî xoşe
diłim naye diłî bişkê, nexoşe
girînim wek şewî payz betawe
gułêkim bû le baẍanda nemawe
mełê ẍem gewreye ya girye wirde
eme gerdawe, ewyan awegirde
bese ey xame ba em base pey bê
were ser basekî wa faydey bê
emane qîsseyêke zor kirawe
wekû awî şewê tamî nemawe
gelê sałe ehalî şarekey ko
şew û řojê legeł şêxanî bêpo
mîsalî agir û agirperistin
desûtên û hemîsan deyperistin
le ’ehdî «ker nebî» ta dewrî «ga kwêr»
le gwêy ga nûstûn, zor ḧeyfe bo şêr
lekin xotan fiłan îbnî fiłanin
le dinya ayîn û oyn dezanin
keçî keç meşrebêkî bê dyanet
be ḧîle mil denête ber ’îbadet
şerî’et ger bizanî ya nezanî
wekû ker deçne bin barî giranî
le meş tenha nîye sûç û xetatan
le kesbîş ẍafiłn mîslî melatan
le beẍdaCih bo çî xorma bêt û leymûn
lebo derman le şar bê řonî zeytûn
le dewrî kullî baẍî şarî koyêNava taybet
dûsed bin darî zeytûnî be coyê
le êwe kametan bû yek dû barêk
bikate kîseyek yaxud xerarêk
dû pêy lê da le kola mîslî doşaw
wekû řon řonî zîtûn bête ser aw
weya key nêjrawe çend nemamek
le narinc û tûrunc û her meqamek
bizanin şîn debê, nabê, be ber dê!
le cêgay germ û sardî çî be ser dê!
beraw û erzî êwe kîmyaye
duř û gewher gezo û mazûy çyaye
me’adîn xatrî to bê legeł kan
genmitan zêře ḧetta zîwe zîwan
řejûy wapoř û xwê û newt û gogird
le kêwî êwe da koye wekû gird
le beynî mîlletî xotan beyarî
biken teqsîmî şax û dar û barî
dewen axir debête darî gewre
meřî leř xidmetî bo goştî çewre
le dinyada ewî baqî bimênê
le ’uqbada gunahî pê nemênê
’etaye û ḧusnî xułq û îttîḧadî
îta’ey ’almane û şêxî hadî
xerîkî kasbî û karî ḧełałe
be ẍeyrî em ewanî tir betałe
ewaney mułkî xoyan kirde dewłet
wekû bit deyperistin cem’î mîllet
mîsalî êwe bûn yaxud wekû min
ewan bo çî pyawin ême wek jin
sikenderNava taybet bo çî çar çaw û dû ser bû
fereydûnNava taybet fîl û kaweNava taybet şêrî neř bû?
le dunya her kesê hesta be hîmmet
fereydûnêke, eskender miruwet
le sayey şî’rekanî wek fereydûn
demênê ḧacîNasnava edebî ta dewranî gerdûn