udeba çake lêm nebin derhem

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 4 Xulek  1531 Dîtin
udeba çake lêm nebin derhem
lem qise û lem ḧîkayetey deykem
îddi’ay her senay’êk naken
taku neyxiwênin, îmtîḧanî neken
pêy dełên ḧîlebaz û kezzabe
şêx nebî xarîce le em babe
xaneqa û şêx û tekyekan yekser
pêm biłên nef’yan çîye axer!
ẍeyrî te’lîmî tenbełî kirdin
cem’î emlak û xezne kokirdin
def’eyek îmtîhanyan naken
tê bigen zehreya ne tiryakin
le meḧekkî biden eger wekû zeř
tê degen řêgirin weya řehber
dexîl şêx û mêx mebin ebeda
hîç kesê řizqî hîç kesê neda
ey xerîkî řimûz û naz û nyaz
ewrupaNava taybet fennî geywete î’caz
qulleyî îfilNava taybety le eflake
’eksî ew gerdişî le jêr xake
kureyî em zemîneyan pêwa
xatrî to bê çûne cewwî sema
qiseyê emřo deygirin le zuban
sałê tir bot deken bebê nuqsan
sed û penca luẍet zyad deken
sałê bo nawî sen’et û bo fen
çînîNava taybet ateşperistin êstakeş
gebrî bê dîn û hîndûyî řûreş
bo çî fermûyetî nebîy emîn:
atْlubuwa alْ’îlْmekim we lewْ byalsîّyinErebî
nêr û mê lem ḧedîse ferqî nîye
ger mela nehîy fermû dînî nîye
to were fennê fêr be çîte lewe
gawre, hînduwe, we yaxo cuwe
lazme xul bixoy wekû berdaş
hemû qeřnêk degořê emrî me’aş
tenbełî karî ḧîz û bê xêre
destî mandî le ser zigî têre
ehlî cennet ne şwan û gawane
saḧîbî fenin û ’îlim û ’îrfane
faydeyî ger bidaye zîkir û du’a
debuwe qarûn gedayî ser řêga
herçî bê behreye le kesbî kemał
debte derwêş û margir û ḧemmał
le ḧedîsa heye ḧebîbî xuda
gutî: alkasb ḧibîb alleErebî
musḧefî xuwaye ’almî birsî
be dû nanî dedat û natirsî
sofî wek tîşne bû le zîkirî hetaw
sed nwêjî deda be kaseyek aw
şî’î wek tîşne bû le sîne zeden
be dû qetre deda ḧuseynNava taybet û ḧesenNava taybet
be qisey muxbîr û mwerrîxî kon
mîlletî çînNava taybete çarsed milyon
serbeser dewłetî hemû japonNava taybet
zor be zeḧmet degate çil milyon
ehlî japon be fenin û sen’etî çak
seyrî çon çînî girt û kirdye xak
îttîḧadî be îttîfaqî enam
supere bo ḧewadîsî eyyam
kurdî ême nezan û paşkewtin
pêkewe pûş û agir û newtin
bê eger destî yektirî bigirin
wek sikenderNava taybet cîhan hemû degirin
xwardin û setrî ’ewret û sukna
ba’îsî jîne bo geda û paşa
ḧałetî waye çî leser xake
ẍeyrî ’îsaNava taybet dełên le eflake
ew hemû medḧî bade û diłber
nûsrawe le sed hezar defter
wekû xemsey nîzamîy genceNava taybet
ke lelay xełqî kîmya û gence
ya wekû beytî şîrin û ferhad
şî’rî ḧacîNasnava edebî le ber kiraye be yad
êste mîllet debûne saḧîbî cah
ya ne hemtayî awlya’alleErebî
kê dełê kurdekan be îdrakin
bese em neqse gwê le min naken
le qisey saẍî min xelel degirin
wahîmey şêxekan le dił degirin
ewî muḧtacî nan û pîwaze
ya hetîwbaze ya ne mêbaze
ḧeyfe bo merdî saḧîbî temîz
hênde basî mekanî pîsî û mîz
’îşqibazî û hewayî derwêşî
mîlletî xiste feqir û bê îşî
ew kesey dewłemendekî çake
bendeyî řomîyanî napake
hemû mirdûy myan û simtî xiřn
beytî meddaḧyan be can dekiřn
beytî min çunke kełkyan degrê
le ẍerîbî û bêkesî demrê
ta le jêr barî řomîyan nemirin
zeḧmete qedrî beytî min bigirin
ya ne wek ehlî meẍrîb êstakî
çîye nawit? dełê: xirîstakî
bawkim eḧmed bû nawî, fîkirim dê
xełqî ladê bû, daykî min fatê
ḧacîNasnava edebî sa besye sedhezar def’e
pêm gutî: em qisane bê nef’e
řojî ewwel le bende û azad
xidmetî xełqe qîsmetî ekirad
lêy geřê qewmî to hemû marin
diz û ḧîz û pyawkuj û harin
miřî nawdarî wirçî naw dare
řastyan xware, xwarî xunxiware
bawke her çonê to dełêy waye
zen deken em qisane xořaye
quřî kam cê bikem be ser xoda
eme lêm bûyte ’îlletî sewda
be qisey çake destyan degirim
terkî nakem be lome ta demirim