daẍî kirdim be cefa laleřuxê, zîbayê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  669 Dîtin
daẍî kirdim be cefa laleřuxê, zîbayê
pîrî kirdim be sitem lamezebê tersayê
tîjbîn weqtî sitem, gahî kerem bê beserê
le wefa hîçnezanê le cefa danayê
yarî eẍyar û be xoy mu’mîn û kafirsîfetê
xizmî duşmin řewş û qatîlî bê perwayê
namusułman senemê, xwênî musułman řêjê
serkeş û bedxû û hem diłişken û xudřayê
qîsseyî ḧałetî ew keşfe le řom û ’ecema
nîye wek ḧacîNasnava edebîy bêçare ebed řîswayê