em seganey ke lelay ême wezîr û wikelan

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1577 Dîtin
em seganey ke lelay ême wezîr û wikelan
bêne lay to be xuda naykeye gawan û şwan
eme kermêze dełên warîsî şer’î nebewîn
hemû ’ebdî senemin, basî meke gewrekeyan
her edîbêk buwe sa xwa le demî nawe biłê:
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
her kesêkî kese, nakes nîye, ḧerfêkî bese
were ser basî xet û xałî hetîwî xoman
ey fîday xakî derit tacî key û mesnedey cem
wey be qurbanî ser û fêsî keçit tacî keyan
xom be dara û be eskender û xusrew nadem
ger bizanim le ber em dergeye debme segewan
’aşiqanî to hemû tîrî nîgahêkî bese
were derganekeman zamînî tom bimke nîşan
be umêdî eserî ḧusnî řeza deçne wiłat
şî’rekanim ke serapa wekû xom bê serupan
nalî û xakî bebe, ḧacîNasnava edebî û koye be mesel
’eynîhî ḧafiz û şîraze kelîm û hemedan