dûsed gunahî heye xełq ba wicûdî kerîm

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1209 Dîtin
dûsed gunahî heye xełq ba wicûdî kerîm
emî ke dawye deyda, çi řazqêke, kerîm!
mepirse derdî ẍerîbî û lezzetî wetenim
ewî le destî degryam emêste boy degrîm
sewadî sêberî toyan heta nekirde mîdad
nenûsra wereqî emrî kunْ fekanErebîy qedîm
le lay me’arîcî to telẍiraf û berq û şehab
nezîrî řewtî tenafbaze fîkirî teb’î ’eqîm
cudayî basî meke fesłî qabeqewseynit
kemanî ebruyî to bû le bezmî xasî ’elîm
xełatî ’îzzetî lewlak û tacî eřselnak
bese senayî celal û kemałî xułqî ’ezîm
xulase nêwî nubuwet le paş řîsaletî to
mîsalî mar gezîdey muleqqebe be selîm
be ber şefa’etî xotî eger nexey ḧacîNasnava edebî
lîbasî ke’be le ber ka debê biçête ceḧîm