ḧebîbî can le ser çî em řiq û kîne heta key bê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1235 Dîtin
ḧebîbî can le ser çî em řiq û kîne, heta key bê
bifermû dengî saz û neẍmeyî mutrîb, neway ney bê
berî bû dił le ’alem ta le nêw zulifit muqeyyed bû
îtir feřşî ḧeyat û xoşî yekbare deba tey bê
be badim da dił û dîn ’aqîbet bo badeyî çawit
demêke tuşneyî hîcirim, biłên badey peyapey bê
le nez’î derdî fîrqet canî zarim qet xelas nabê
meger lem kewserî lêwe, biłê bo xeste ba mey bê
le ber sêwî cemalit ḧeq nye tenha minim meḧrûm
yekê leymûn û yek narince, bo ḧacîNasnava edebî meger bey bê