ger xełqî cîhan yeksere feryadřesim bê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  694 Dîtin
ger xełqî cîhan yeksere feryadřesim bê
wełłahî mepundar be ẍeyrî to kesim bê
wa sozî diłim agirî berdawete cergim
toqîwe henaseş nefesêk hemnefesim bê
murẍî seḧerim bał û peřî weḧşetî řêgey
hestan û fiřînim yeke çerxîş qefesim bê
nadem be hemû mułkî suleymanî zemane
lem ’aleme řûtî çîye her ga hewesim bê
her şew be dizî neẍme le ser sîdre dekêşim
ba sabît û seyyareyî gerdûn ’esesim bê
ḧacîNasnava edebî ke nîgarim seferî kird û nemirdim
’eybim meke wek hatewe em şerme besim bê