aftabî ḧusnî to řoje ke dê û awa debê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1033 Dîtin
aftabî ḧusnî to řoje ke dê û awa debê
qametîşt wek hîlalî yekşewe a wa debê
kame dana mêzerî dana û fêsî kirde ser
bêḧeya û serpel û serxoş û bêperwa debê
padşahêkim heye ger min bikate derkewan
ḧacîb û xeddamî min eskender û dara debê
dawî nawe zulfî dûlane le herdû lamewe
dił giriftare eger lem la nebê lew la debê
şew le bezmî dulberim bem te’ne wa sûtandimî
çawî da perwane fermûy ’aşiqî her wa debê
wasfî qeddî eto xamey debête neyşeker
elfî qeddî musteqîmî qafyey bała debê
serispî û dił řeş bû ḧacîNasnava edebî ta feqê bû, êstekeş
řûřeşêke řîş sipî, xwa ’alîme her wa debê