le dû la ejdîhay zulfî le gencî ḧusnî aławe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  980 Dîtin
le dû la ejdîhay zulfî le gencî ḧusnî aławe
le layek ’aqiłim emma le ew lawe teme’ xawe
le bo merdum weha çake ke małî xoy le ber çaw bê
wekû çawim le dinya da eger meḧsûlî her awe
le jûrî awî mûsaye, le xwarî agirî tûre
’ecayb xettî fîr’ewnî ne xinkawe û ne sûtawe
eger çawim le duřbarî ne ’eynî ma ne asarî
le dînî nakewê çunke nîşaney xałî her mawe
emêstê mûrî xettî maç be wechî tuḧfe ger bênê
eger laqî kuley pê da suleyman xatemî dawe
be ser řûma deyê tabûrî eşkim bo mededkarî
ke dîtim qel’eyî ḧusinit supay xet meḧserey dawe
yeqîn murẍî diłim ḧacîNasnava edebî le dawî zulfî dernaçê
heta em xałe muşkîne mekanî ’enberî xawe