qiseyêkim heye deykem mełê bê tecrebeye

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1127 Dîtin
qiseyêkim heye deykem mełê bê tecrebeye
ba wicûdî, ewî nadane le lay wek gemeye
muqtezay ab û heway xakî dyarî řome
ehlî sûtawî meye, besteyî awazî neye
ḧakmî řêgrî me’mûreye, qazîy dizî řoj
wizera û wikelay gurge, ře’îyet geleye
salîkî řîxe eger şêxe eger mêxe, lewê
şêxe her kamê neda ta demrê her dedeye
zanî û şarîb û lotî degirin; walî dełê:
berî den pareyî xoy daye, çi ’eybêkî heye
hênde bêgane le îslamin û eḧbabî fereng
mutteqî dêwe le layan, muteşeřî’ şeweye
zułmyan ’ame le ser ’amme, ře’yet fewta
to meke men’î ’ewamîl, ke xetay gay bineye
her le şa ta begeda tûşî yekêkî nabî
lêy bipirsî be ḧeqîqet biłê: ceddim emeye
lazme em ẍezele wek ẍezelê bîkene ber
her wekû ḧacîNasnava edebî: eger şare, weger dîhkedeye