bay we’de befrî birdewe yexbendî kirdewe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  889 Dîtin
bay we’de befrî birdewe, yexbendî kirdewe
guł şem’î pê kira, şererî cemre mirdewe
espî řeş û sipî be girew ẍar deden be taw
wek řoj û şew, dyare le şew řoj debatewe
bulbul dexwênê, ba le defî bergî guł deda
xunçe le batî gwê bigrê, dem dekatewe
nêrgis le mêrẍuzar dezanî be çî deçê
binwaře asman le şewa ’eynehû ewe
tamî nemawe qîsse û furset ẍenîmete,
me’lûmî xas û ’ame heçî çû nehatewe
mîslî şerarî kaẍeze sûtawe ’umirman
řomî ke defi’ bû girêy dił defi’ debêtewe
lem weqte her kesê wekû ḧacîNasnava edebî le gułşena
destegułî be desteweye destî birdewe