em xeyme ke şemsîyeyî şahenşehî erze
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
2 Xulek
1097 Dîtin
em xeyme ke şemsîyeyî şahenşehî erze
ta çadrî nîlûferî ser tepłekî berze
etnabî wekû tûlî emel lamutenahî
ewtadî wekû kêwî uḧud merkezî feyze
seqfî wekû gerdûne, şikafî wekû encum
perdey wekû edwarî sema etłesî sewze
herwek elfî cane sitûnî le sikûn da
nek tabî’î ẍeyre, muteḧeřřîk wekû hemze
ewsafî wekû xettî du zulfe be çep û řast
wek marî mutelsem ke telîsmî serî kenze
wesfî çibkem? nêwenî guł, damenî sunbul
şayste senaxwanî bikem herwekû feřze
lay jûrî semen, nêwenî guł, damenî sunbuł
lew sûret û me’naye ke sed cennetî leẍze
fîlcumle wekû xałî řuxî diłberî ḧacîNasnava edebî
dił peste, desa badî seba heste melerze!
her lêre heta deştî beheşt aynî lacanNava taybet
ahîste biřo nek wekû dêwaneyî herze
ta daxîlî xełwet debî emca be wekalet
xakî qedemî maç bike bem terze ke terze
me’zûnî ewende wekû ahim be nezaket
la dey serî zulfî ne wekû bîxeye lerze
em new’e gułe hełdekewê sałê le qeřnê
nek wek gułî bazařîye hersałe ke sewze