leser şew řojî danawe, mełên fêsî le ser nawe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  814 Dîtin
leser şew řojî danawe, mełên fêsî le ser nawe
le ber ba camî yaqûtî be mîşkî wişkî dadawe
le damênî çya bo xermenî guł xêwetî xara
be dû estûndekey zîwîn tenafî zulfî hełdawe
le berqî řengî şeřwałî ḧeya damênî hełmałî
le teqqey dengî xirxałî le gerdûn zuhre damawe
le teqqey nał û şeqqey panî berzî asman lerzî
teq û toq kewte ser erzî, dełêy meḧşer hełsitawe
le tawyey hełgeřawî zulf û xałî řeş temaşa ken
bo teyrî dił bî’eynîhî dełêy em dane ew dawe
be sed xwênî ciger fêrî nyaz û naz û ’îşwem kird
keçî êstake demgatê dełê sa laço bew lawe
le teswîrî qełem mû kewte ber dem, nuqtekî dana
ewî kirde kemer neqqaş emî bo zarî danawe
derî to ke’be bû ḧacîNasnava edebî tewafî kird û neyzanî
çi qewma ke’be keç bû, misicdalaqsîErebîye řûxawe!