ewe şahenşehe bo ’ebid û paşa

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1505 Dîtin
ewe şahenşehe bo ’ebid û paşa
mu’elleq xeymeyî eflakî hełda
eto mesnû’î, çît dawe le sanî’?
le zanînî ewe nadane dana
mu’emmaye cîhan îsmî mu’emma
mekanî îsme nek cêgey musemma
be bê dînî cemałî bê qerînî
xelayq serbeser îmanî hêna!
be ba zulfî ke lerzî tabeta bû,
legeł lerz û legeł ta bûne hemta
mutałay dewrî zulfeynî muselsel
ewendem kirduwe lêm bo be sewda
le dewrî duřřî dindanî beqîmet
didanî kenduwe lu’lûyî lala
le lay min peşme em zexme heta key
be zay’ naçê em sebre le lay xwa
zemanî ḧałe ḧacîNasnava edebî ḧasłî to
debête dwênê emřo mîslî ferda