jan

Li pirtûka:
Bahoz
Berhema:
Usman Sebrî (1905-1993)
 2 Xulek  1153 Dîtin
hela jan!
jana kirêt,
jana zirav!..
peřtand
te ji min her,
cerg û hinav.
tu ketî
nava serê
milletê min,
nexweş bûn
girs û biçûk
tev mêr û jin.
te berdan
şaxên di xwe
heya bi dil,
te geřand
canê di wan
tev rîş û kul..
tu jana giranî,
navê te nezanî,
bê şik tu neyarî
bi hogir û yarî
yarên te neyarin
bo min wekî marin
jehra wana cankuj
lêvên wanê xwînimj
millet kirin sermest
nezan dîl û bindest
qelsok û reben jar
bindestê kolîdar
ev bûne hezar sal
bê rûmet û bê al
bê gazin
bê deng
bê gilî
bê ceng
millet xwe siparit
dost û yarên te
nivist kete xew
di nav warên te
xeweke kambax
xeweke dijwar
bê hêvî ji jîn
bin destê neyar
li ser wî kom bûn
qiřakên leşxiwer
cendek rakêşan
wekî seg û gur
melan bi nivşitan
şêxan jî bi xiştan
aẍayên diz
begên xinz
bûn bav û dyên te
him dest û pyên te
bin darê kolîdar
em hêlane zîvar
ji mal,
ji can,
ji vîn,
û raman,
zorkerên xwînimj
sofyên pořgij
ji bo te piştimêr
da ku bibin têr
riça te av dan
di canê millet
tu bû ji bo wan
heyîn û dewlet
holê li me dan
ew tîra cankuj
wan gurên bêbav
zûryên xwînimj
ew gur
veşrîn
di kavlê berx
li me
badan
wan felek û çerx
holê
em bûn
dil û belengaz!
ji bo
rovî
her tewz û tinaz..
***
hela jan!
jana teres
jana qiřêj
dinasim
dijminê min
tuyî ji mêj
piştî me nasî
em bûne hişyar
karker û cotkar
belengaz, zîvar
gundî, bajařî
zana, cewêlek
ji bo şeřê te
hemî bûne yek
îro
millet
çîçkî pizvî
zana
mêrxas
cih, cih dilvî
rêzan
komel
civîn û civan
yekîtî
tevgeř
bû armanca wan
dawî
nasîn
ku tuyî dijmin
berî
dan te
ji rêyeke kin
ew dê
jêkin
dest û pyên te
bikujin
bigurên
bav û dyên te
te cih
nema
di nava kurdan
bimir
biqeş
heře nik şeytan.