bang

ji bo keç û lawên cîhan li mihircana pêncan
Li pirtûka:
Bahoz
Berhema:
Usman Sebrî (1905-1993)
 4 Xulek  1282 Dîtin
ho keçên cîhan! lawên sergiran!
îro hûn civîn dikin mihircan
ez pîroz dikim mihircana we,
dilê min geş kir vê civana we
ev civîn, peyvîn, dîlan û govend,
yekdestî, biratî, ev rêzk û bend
tev ji bo aşîtî, ḧeqşînasîye,
ev armanc me ji we berê nasîye
piř sipas ji we re hey lawên cîhan.
li pêş we dibînim dozek piř giran
ew doz,
doza serbestî û azadya mirov
divê xelas be,
ji zînata koldarê dilreş û hov
ew koldarê ku,
bi navê ḧeqperestî, dadmendî û zanîn,
şûrê zînatê,
bê dilovanî li ser sitoyê me danîn.
ji xweşî û serbestî,
xêr û xêratên welat kirin bêpar!
ewn zînatkar, ewn diz, ewn dijmin, ewn nayar...
wan ji nav me,
hin dewlemendên guhbel û pîs û teres
bijartin kirin pêşeng,
ew jî wek wan kurreder, çillek û nakes.
ev herdu serî,
bi navê dostî û alîkarî û peyman,
dixiwîn bê fihêt,
malê me, erdê me, xebata ra’e, tevî can...
vê paşyê
rohelat,
hişyar bû ji wê xewa kambax û dirêj.
ji bo azadyê,
kefteleftekte gelek mezin dike ji mêj..
ji her alî,
welatparêzên bi rûmet serî hildan;
her dikin bi mêranî,
şeřê kolîdarê bizdok û xulamokên wan.
her rojê ew,
bi sedan û hezaran ji xwe didin kuştin.
axa welêta hêja,
bi xwîna xweya pak didin şuştin.
da ku hêja bin,
xweşî û serfirazya serbestî û azadî:
ji îro bi şûnde,
bijîn serbilnid, bi dilgeşî û şadî.
wan divên hêrgiz,
berdin koldarên zorker û talanker û diz
neştiman xelas kin,
ji xulamokên wan, ên bê bav û xinz,
wê dema ku,
kolîdarê ḧîz ev yeka han bîr bir;
ji bo mayîn,
û firotna pirtalên xwe binêřn çi kir!..
ji lewre wan,
bi navê «tirsa serdestya komonîst»;
welatê meyê aş,
tijî hesin kir, heye ku we bi îst.
rohelata navîn,
heya ku digehê sînořê bakuř;
tev dagirtin,
ji top û tifing û tang û balafiř.
ev çekên ha,
hemî ne ji bo şeřê leşkerê sore.
em têghêştî ne,
ev hîzebûnî li ser me nema dibore...
ma kînga ew dwêrin,
berê xwe bidin leşkerê sorê piř lek:
wan bi çavên xwe dît,
şelpa karker û cotkar û cewêlek..
ez ne bawerim qet
ku îro li dinê hebin ew ker
qîma xwe bînin,
bi hilgirtina taştya mûsolînîKes û hîtlerKes..
ew çek û posat
tenê ji bo dîlî û bindestîya mene.
vaye em dibînin,
di destê me de delîl û burhan hene,
ew tomganên ku,
nûrî se’îtKes ji ayzenhawirKes sitand
berê wan çekan,
li sînga welalparêzên kurd û ’ereb geřand.
ew welatparêzên ku,
girtî, bindest, bêçek û destivala,
li sileymanîCih û beẍdaCih
baqûbaCih, neqret-selmanNava taybet kuştin di çala.
me ên mayî,
bi top û tifing û tajangan ditirsînin
binêrir çi eḧmeqin
dixiwazin şêran bi fitkê biřevînin!...
azadî,
zor xweş û şêrîne gelek bihaye;
mej roja,
ḧeftê çirryê canê xwe têdaye.
ji hîngê ve,
bi hezaran me şêr û leheng kirin qurban;
da ku bikarin,
bi camêrî deynin hîmê kurdistan.
kurdistan.
dê çê be çiqas ku kolîdar nevê:
gelê kurd,
azadîpereste wî her azadî divê
nehîştin,
û nahêln ku ez bêm werşewCih,
têr bikim çavên xwe,
ji dîdara we keç û xortên bedew.
waye destê min.
ji dûr ve bigirin, biguvêşin bi şadî;
sonda me digel hev,
ji bo cîhan xebat, ber aşîtî û azadî