bahoz

Li pirtûka:
Bahoz
Berhema:
Usman Sebrî (1905-1993)
 6 Xulek  1083 Dîtin
wa ha!
vaye hat ba!
cihan tev bû serma.
hu... v...
hu... v...
geh bayê reş,
geh bayê kuř,
çya.
newal,
zimag
bi hev re yekdeng dikin guřeguř.
du bayên tûj
du bayên sar
radhêjînin
gya û dar,
hu... v...
hin... v...
yek ewran dicvîn,
ê din ji hev diřevin,
dikin şeř,
bi awiř.
yek hûye hurimz
rûgeş û li ken.
ê din bêmrês
wekî ehremen.
li rûyê erdê,
di nava ezmên
ewrên reş,
ewrên gewr,
rast û çep
diçin tên.
herdu bayên ha,
bi xurtî û şîn
hevdî kol dikin
wek du dêwên din.
herdu ba,
bi vî ḧalê ha,
dikin şeř,
dikin ceng.
dinya ser û bin,
hawîr bûye deng.
guvvîn...!
gujjîn...!
gurmîn...!
diheje cihan,
diheje zemîn.
***
bayê kuř,
ji bakuř,
bi leşkerekî xurit,
leşkerekî guř,
bi pêllan,
bi killan,
dajo ser neyar,
wekî gurê har
da ku bi derxe
di nav cih û war.
dikin şeř,
dikin ceng.
gujjin...!
guvvîn...!
gurmîn...!
ji her alî deng.
ji her alî şîn;
holê bi xurtî,
bi zirit û halan
ew rûyê erdê
her dikin talan.
şopa wan xopan,
şopa wan bi xwîn.
şûna tajangan
tev dibe birîn.
***
tertilî hurimz
ji ber ehremen;
derket ji qadê
hê jî rû li ken.
sist bû bayê reş
derket ji meydan.
bayê kuř bi zor
himbêz kir cihan,
bakuř
wergeřî
holê bû bahoz.
cihan seraser
bû dûman û toz.
dinya ma li ber
dêwê har û reş.
kambaxkere ew
mêrkuj û keleş;
ji bo demekê
cihan ma bi wî.
dibûne xwedê.
di nava wî cî.
xudakî bêvac.
xudakî cebbar,
karê wî kambax,
gelek zînatkar.
heyhat!
heyhat!
vî bayê bê bav,
cerg û hinav pat,
bahoz,
bê doz,
wekî ruhsitîn
bi ser me de hat.
bahoz!
bahoz!
rûyê erdê tev,
bû dûman û toz.
sitûn bi sitûn
gihan ber ezman
ricfîn û lerzîn.
gihaşte cihan
boblat,
boblat...
ev çi bela bû
bi ser me de hat?
çya û zimag,
rêl û gov û şag,
avahî, xirbe,
bajař, qesebe,
dar û ber, gya,
zinar û qefa,
tev bi ḧikmê ba
dilerzin,
dihezin,
dircifin,
ji tirsa,
ji ber ba.
***
çi erd û çya,
çi av û derya,
ji ber hingên bê
dikevin tayê.
daran hil dike,
qefan gêř dike;
xanî têne xar,
dibin tar û mar.
li rûyê erdê
merv tinawir
geştî di derya,
li jor balafiř.
rê li ber tevan
winda bûye her
hin dibin tinne,
hinek jê sêser.
hewar!
eman!
ji her alî tê.
deng ji xweyî can
bi şîn û girîn
feryad û fiẍan
nizan biçin kû
dehbe û însan?
***
bahoz! bahoz!
cihan reş, tarî
tev dûman û toz
rêzana dinê
li hev xist yekcar
derya li hev ket.
çya hatin xar.
ev dema hindik
gelekî dirêj
hemî şewşîn
bûne mest û gêj.
deveřû ketin,
nema kes rabû,
ezman wergeřî
bi ser me va bû,
cihan ser û bin
li jêr û li jor,
tev de bûn xopan
welat û sinoř.
hemî sernexûn.
çi xurit û çi jar,
li rastekê man
dewlemend, zîvar.
ji min ku ne ma
kesek di cihan,
ser rûyê zemîn
tev bû goristan,
***
hînga,
hê tê ba;
bakî bê eman
her dike wêran.
ji niş bi derket
peyakî reşkal,
li serî koloz,
bi şapik û şal.
hilimiştî, sivk
û çalak û şeng,
him bi zend û bend
xweşmêr û çeleng
rûgeş û xwîngerm
gelek sergiran,
sergevaz û xurit,
fêrs û hozan,
bi semit û suhun,
xurtî û tewat,
berê xwe dida
navçaya welat.
wek ristem,
wek gudherz,
bê telaş û bez,
bi vîn,
bi şîn.
di nav kûntařên
zaẍros dimeşîn.
berê wî li jor.
bawermend û xurit,
alek kesk û sor
bi destê xwe girt.
ne toz û dûman,
ne ba û bandef
nikarin badin
berî ji hedef.
bê tirs û perwa,
bi dilekî geş
berê xwe dabû
bahozê keleş.
welê çû gazê,
bê ketin û west
ala kesk û sor
li darekî best
berê,
bi awiř
berî da cihan.
dema
ku wî dît
hemî perîşan...
dilê xwe êşand
wî li ser beşer
digot: ji bo çi
bûn hevalê şeř?
dema ku şeř tê
tev de diřevin
holê deveřû
nexûn dikevin.
mixabin!
çi kirêt!
serî datînin
bê şerim û fihêt...
***
ew bayê mêrkuj,
bahozê xwînxiwar
ku cihan hemî
dikir tar û mar,
li pêş suhna wî
reşkalê rûgeş
paşpê diřevîn
ew dêwê keleş.
mandî xuya bû
gelek, ehremen.
hurimz ajot ser
hê jî rû li ken
piştî ku revand
wî singa bahoz
cihan vala bû
ji dûman û toz
darê xwe hilda
bi ala rengîn
sinořê welêt
ji nû ve danîn.
***
pişt ku revî
ew dêwê keleş
zivřî meydan
dîsa bayê reş.
lê vêcar bi ten
xebata xwe kir.
hilma di derya
û erdê rakir
li rûyê ezmên
wî ewr civandin
çi reş li çi gewr
li hev geřandin,
berê
piř sivk
dibarî xunav
paşê
giran kir
daxist tav bi tav.
çendakî welê
rûyê erdê şuşt
qiřêj û gemar
nehişt tev de mişt.
ewrên di ezmên
ava xwe rijand
rûyê cihanê
yekeřû divejand.
kulîlk û gya,
rêl û dar û ber
tev serî hildan
şîn bûn seraser.
***
hînga
di cihan
neman pîs.
tev delal û rind.
wêran,
xopan
ava bûn
çi bajař û gund,
qelya tovê
şerxiwazên teres
neman ew dûpişk,
mirin ew nakes.
piştî mirar bû
ehremenê mar.
şewtî di nav
potên kolîdar.
rabûn,
dilgeş,
yekdest
karker û cotkar,
kolan
gořek
piř kûr
ji bo kolîdar.
jê re
danîn
kêlek
mezin û giran
li ser
nivsîn:«li vir
radzê şeytan;»
***
dinya bi xweşî
ji nû ava bû.
ziver, cewêlek
dilgeş û şa bû.
rêzan, şêwrewî
tev aşîtîxwaz
di nav wan ne man
birçî belengaz.
cihan,
ji nû ve
holê bû buhişt.
delal û şêrîn
vê car
dikarin
reş û gewr,
sor û zer
bi hev re bijîn.
bijîn
bi xweşî,
bi rûmet
bi şadî û ken!
hurimz
bû serdest
her û her
li ser
ehremen