ey ẍezałanî xeta, ahûy çîn, kebkî derî

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  731 Dîtin
ey ẍezałanî xeta, ahûy çîn, kebkî derî
bendeyî ton be nîgah û be řem û cîlwegerî
cîlwe lew serwe çi mewzûne dełêy narewene
xende bew zare çi şîrîne meger gułşekerî?
’aşiqî qametî tom kuşteyî xendey demî to
berî baẍî îremî ya gułî nexlî şecerî?
ẍayb û ḧazrî her leḧze dełêy çawî minî
řewşenî merdûmî, ya ’eynî sewadî beserî?
guł be xende perîye, qîble be cîlwey meleke
şêt û dêwaneyî kirdûm, çi melayk, çi perî!
be telîsmî ḧebeşîzadewe sergerdanim
’aşiqî xałim û diłbesteyî dawî kemerî
wa degryêm be zelîlî le ẍemî gerdinî to
agirî xiste diłim nałeyî murẍî seḧerî
dewrî dûn her be diłî mun’îmî dûn dê û degeřê
meselî turkîye: ḧîz ḧîze taparsun, çiẍrîTirkî
xendeyî guł sebebî coşşî barane bełê
çunke to pêdekenî boye wefayîNasnava edebî degrî