sûtam be nazî fîrqetê, saqî kerem ke şerbetê

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 3 Xulek  961 Dîtin
sûtam be nazî fîrqetê, saqî kerem ke şerbetê
wek qeqnes awrim kewtetê, ya ẍewsî sanî hîmmetê
řîşey diłim bes pare ke, mutrîb destê bo tareke
bew yadî zulfî yareke, ya ẍewsî sanî hîmmetê
to mezherî nûrî xuday, to menbe’î sîdiq û sefay
serdarî kullî ewlyay, ya ẍewsî sanî hîmmetê
min perwaney bêḧasiłim, min bulbulî xwênîn diłim
şeyday çiray řûmet gułim, ya ẍewsî sanî hîmmetê
min teşney çoł û zułmatim, axir toy kanî ḧeyatim
herwa be hewyay wefatim, ya ẍewsî sanî hîmmetê
min xermuhrem to yaqûtî, min nasûtî to lahûtî
to řoj dêwaneyî řûtî, ya ẍewsî sanî hîmmetê
diłxestey yarî serserîm, maran gestey dêw û perî
mişayed perîm key řehberîm?, ya ẍewsî sanî hîmmetê
sergeştey çoł û ẍurbetim, şayanî řuḧim û řeḧmetim
her çaweřêy yek hîmmetim, ya ẍewsî sanî hîmmetê
nefis û şeytan damen keşan, bo serkeşî řûy mehweşan
deman kêşin be baweşan, ya ẍewsî sanî hîmmetê
xakî seganî dergehim, xwahendey bêcêga û řehim
çaw le destî şahenşehim, ya ẍewsî sanî hîmmetê
ta nebye xakî meyxane, nebye řûy dost û bêgane
ḧaşa to û pîr û peymane, ya ẍewsî sanî hîmmetê
girtûy kenar deryay fenam, sewdaser û şêt û şeydam
her çaweřêy keştî beqam, ya ẍewsî sanî hîmmetê
seday yahûy derwêşan hat, ah û nałey diłřêşan hat
řeg û řoḧim we’êşan hat, ya ẍewsî sanî hîmmetê
destî min û seḧray diłan, çawî min û baẍî gułan
dił bêguł bê demirim bełan, ya ẍewsî sanî hîmmetê
bezmêkî wa amade bê, hem bade bê hem sade bê
qet bêwefayî wadebê? ya ẍewsî sanî hîmmetê
dû ḧerfî emre kaf û nûn, zeḧmet nîye řojewe bûn
esbabî danawe bêçûn, ya ẍewsî sanî hîmmetê
mutrîb to û tarî řoḧanî, saqî to û camî subḧanî
to û berbetê, to û şerbetê, ya ẍewsî sanî hîmmetê
wêłî wiłatî bêhoşî, gêjî gêjawî serxoşî
masî serawî ateşî, ya ẍewsî sanî hîmmetê
emřo demî subḧî seḧer, řaweste bûm destewnezer
diłber be naz dîm hate der, ya ẍewsî sanî hîmmetê
zanî diłim sewdasere, awênesa û sêbere
řoj daye goşey pencere, ya ẍewsî sanî hîmmetê
řoj daye qelbî mînayî, dêwane bû sûfestayî
muşkîl kare napenayî, ya ẍewsî sanî hîmmetê
mewcî deryay bêcê û sikûn, kêşamye gêjawî piřxûn
îna îlîh rac’unErebî, ya ẍewsî sanî hîmmetê
bedrî senaberqî nebû, ẍerbî nebû şerqî nebû
herçî hebû ferqî nebû, ya ẍewsî sanî hîmmetê
şewqî semay zeřřatî řoj, bû be gułî baẍatî řoj
řojhatî min nehatî řoj, ya ẍewsî sanî hîmmetê
fermûy: le çaw bibře xewê, min qelbî sûtawim dewê
wefayîNasnava edebî banenwê şewê, ya ẍewsî sanî hîmmetê