leber nazî çawbazan xurd û xewm xwênawe
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
2 Xulek
5019 Dîtin
leber nazî çawbazan xurd û xewm xwênawe
be tîrî tîrendazan çibkem cergim biřawe?!
şêt û şeyda û seḧrayî, degrîm herwek wefayî
çi bikem le diłey sewdayî, perîyan destyan lêdawe?
le ser taqî dû ebrot meylî zulfan demkêşê
xo wexte min kafir bim, çibkem qîblem gořawe
’îşwey řûy to her xoş bê, muşkil guşa û serxoş bê
bizût badî newrozî, girêy zulifit kirawe
ey awêney diłberî, zarit guł zulifit zeřî
ba henasem netgirê, řûy xot bêne bem lawe
zulifit cêy bêqeraran, řût řojî şewbêdaran
eman ey şay gułzaran, řuḧmêk ta řoḧim mawe
bes ’umrî min be bade, řût bêne zulifit lade
dił boye namurade, bew şewe řoj gîrawe
ba şew biřwa seḧer bê, baẍî gułan weber bê
ger to meylit le ser bê, kafir îslamî nawe
destim le tay zulifit da bem bałaye nemzanî
boç demkujî xo qurban pirdî qyamet nepsawe?
leber çawit nemzanî, bê baẍeban gułçînim
mest bûm hoşim lê nebû, demim bo řût hênawe
hatim be boney xałit, tûşî dawî zulifit bûm
teyrêkî nabełed bûm nemzanî dane û dawe
emřo sebay muradan kasî kirdim nemzanî:
ne ’etrî nafey çîne, ne bonî zulfî xawe?
le sayey çawekanit bûme řendî xerabat
lelay pîrî meyxane xerqem le girew mey nawe
tu xuda diłim meşkêne, ba bizanim řût wa bêne
řûte yan guł henare? lêwte yan şekirî xawe?
weqtê areq deřêjê bo kuştinî wefayîNasnava edebî
be gułî kułmî swênd dexom gerdin şûşey guławe
le derdî bê dermanî, kewtûme sergerdanî
be cwabî lin tiranîErebî çibkem řoḧim sûtawe
qeytanî dû lêwanit bendî cergî pisandim
kufirit lelam zahîre řuḧimit lela nemawe
siławim kird le yarim, be diłêkî ẍemgînewe
be lefzêkî zor şîrîn cwabî siławî dawe