be maçê can debexşê em mesîḧay ’esre bîstûme

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  507 Dîtin
be maçê can debexşê, em mesîḧay ’esre, bîstûme
ewa min ’aşiqî řûtim dexîl dił zar û mezlûme
îşarem kirde zulfî řû be ebro bo çîye? fermûy:
be qîblem no musułmanêke zengî zadeyî řûme
diłim tîflî debistanî ẍeme wa meyde ber ẍemze
hetakey tîre baran? axir ew mezlûme me’sûme
leber taqî birot giryanî dił bo zulfe berpa bû
’eceb mawim dełên: şew řû be qîble nałe meḧkûme
le sîřřî ḧîkmetî zarit ke nuqtey cedwelî řûḧe
’eceb mawim! çi nîktêke? ne mewcûde ne me’dûme!
syeh řoj û nexoşî tom gułim aşfite bû, ye’nî:
be dawî tuřře waye çî le dûy dû çawî cadûme
wefayîNasnava edebî wa le kuł degrî, be dił bo guł denałênê
be sed ẍulẍul dełê bulbul le baẍî qîble meḧrûme