ẍemzedey xotim nîşaney tîrî mujganim meke

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  2632 Dîtin
ẍemzedey xotim nîşaney tîrî mujganim meke
’aşiqî řûtim, ’ezîzim, tîrebaranim meke
bes diłim bişkêne bew ebroye bo maçî demit
memde ber tîẍ û leser hîçê le giryanim meke
çîm le ebro dawe min pabendî zulfim lêm geřê
kafrî ’îşqim, be qîbley xot musułmanim meke
’aşiqî xendêkî tom ba bes be ah û nałe bim
bulbulim perwane nîm û ḧez be sûtanim meke
dił be min naka leber awrî derûnim dête coş
to ke sûtanit nedîwe men’î giryanim meke
memde ber tabûrî mujganit hetakû ẍemze bê
ha becarêk bimkuje, yexsîrî turkanim meke
sed keřet kujrawî yar bim lêm mepirse ey tebîb
derdî yarim xoştire bêhûde dermanim meke
’erzeçî nî to, bequrban, padşahî ’alemî
dadî mezłûman bipirse, ḧeyfe bêlanim meke
pêm biłê: yaqût û řêḧan xettî kamyan xoştire?
wa ’eyare çawekanî, le’lî xendanim meke
ḧeqyetî bew çawe kałane ke tałanim deka
tîflî nadanim leser maçêk le giryanim meke
pencekey pakî leser xwênî wefayîNasnava edebî bote guł
demkujê û pêşim dełê: alûdedamanim meke