řojî teřeb û wextî guł û fesłî behare

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  844 Dîtin
řojî tereb û wextî guł û fesłî behare
yaran gułekem kwa ke demî bûs û kenare
gułzarî îrem, sûřetî ẍîlman, qedî tûba
goşey çemen û řûyî guł û payî çinare
binwaře le nêw ḧełqeyî zulfî serî kułmî
dû řojî direxşane le nêw dû şewî tare
her leḧze ke dê pêdekenê ḧeqme ke bigrîm
pişkûtnî guł mayeyî baranî behare
bo çî negrîm kuşteyî sed ẍemze xedengim?
min yêk û nîzamî ḧebeşîzade hezare
bew zulf û muje memkuje herdem be cefayê
carê le tenafim mede carê le qenare
bew qamete ḧeyranî şikofey qed û bałam
qed narewene û baẍî gułan baẍî henare
sûtawim û şêwawim û sewdayî û mestim
bew ’arîze bew perçeme bew çawe xumare
gułdeste, nîgeh meste, dehen piste, guł’endam
zulfî ke hemû dawî diłî ’aşiqî zare
bew dû meme zulf û řuxî to noberî serun
her ’etre be ta her guł û narince be bare
pirsîm: çîye? tebxałe leser ew lebe? fermûy:
cêy maçî wefayîNasnava edebî ewe nîşaneyî pare