erê ey zulfeket ser ta qedem her ḧelqe û bende

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  777 Dîtin
erê ey zulfeket ser ta qedem her ḧelqe û bende
çi dawêke ke her dawêkî bendî sed xîredmende?
ke to hatî be gułşenda le şermî zulf û řûy to bûn
wenewşe û guł seraser ẍerqî xwên, mat û ser efgende
xudaya ew cemal û qametey dûrkey le çawî bed
dirextî guł le narinc û guł û badamî peywende
kutim: qurban zedey çawim! şîfay derdim çîye bîde?
demî xoy kirde ẍunçe û pêkenî fermûy: ke gułqende
be xettêkî şiksitey zulfî řêḧanî le ser ’arîz
le me’nay ateş em tomare şerḧî zend û pazende
le ’îşqî to hîlakî ew diłey dêwane dû çit bûn:
wek ahû çawřeş û wek ẍunçe zarî piř şekerxende
le jêr barî ẍemî zulfî xetî hat û řehay kirdim
îlahî qet cewanmerdan nekey damaw û dermende
wefayîNasnava edebî herçî bê, axir, hîlakî çawekey xote
be çawî sûkî menwařê, mełê: meyxiware û řende