şehîdî xencerit ew řoje ’umrî cawîdanî bû

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  726 Dîtin
şehîdî xencerit ew řoje ’umrî cawîdanî bû
mełê perwane xo sûtawe, mergî zîndeganî bû
be tîrê xo le ’alem bowe çawit, ey şehîdî bim
le kin xo ew feřengî zade ’eynî natewanî bû?!
ser û małî be bêdadî ḧebeş pamałe, ey sed ḧeyf!
şehî ḧusinit ke daym çetrî sunbul sayebanî bû
leber te’sîrî xendet min ke sûtam ewdeme zanîm
bełayî xermenî min herçî bû berqî nîhanî bû
bexořayî wekû perwane min sûtam û nemzanî
ewey êmey le daw xist, îltîfatî ser zimanî bû
be bedmestî detirsêm bête dîwanî xuda feryad!
kesê wek min şehîdî çawekanî nîktezanî bû
emin ew řoje lêm me’lûm bû ke’bey dîn û dił gîra
ke wek tabûrî hîndû leşkirî egrîce, sanî bû
lebî guł, zarî guł, endamî guł, řuxsarî guł, ber guł
heta key min biłêm serbeste celladim fiłanî bû?
be her sîḧrêkî bû her wek wefayîNasnava edebî kuştimit, axir
eger endazeyî nazit, eger namîhrebanî bû