yar hatewe dest û diłî xom girt û beser çûm

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  909 Dîtin
yar hatewe dest û diłî xom girt û beser çûm
can qabîlî canan nebû nemzanî beser çûm
fermûy: çi kesî? kewtime berpêy ke wefayîNasnava edebîm
qurban çi bû ’umrêke lelet bûm û lelat bûm?!
destî leserî dam û diłî damewe fermûy:
xoş hatî! bexêr hatî! welê řoḧe behay řûm!
wa xistimî çawî ke be daw zulfî welada
şew řoyî, beyan berbû, emin her le xewa bûm!
yarayî muje û tabî biroy toy nîye cergim
bew tîr û kemane ne feramerz û ne burzûm
maçî demî, xendey demekey sîřřî beyan kird
ew cewhere wa ferde ne mewcûde ne me’dûm
zeřřêkî le sîřřî demî tom bird û nezanî
ḧeyranî kemałatî felatûnNava taybet û erestûNava taybetm
mumkîn nîye bew nêrgise min bêmewe serḧał
min derbederî řûtim û sewdaserî gîsûm
lew zulfe - be ẍemzey nîgehit - nîme řehayî
min besteyî nêw dawî perîzadeyî cadûm
fermûy: le kufir lade musułman be wefayîNasnava edebî
dêwane mebe, dest mede zulfim, eweta řûm