baran
Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
1 Xulek
3152 Dîtin
baran! ey ezmûnî le dayk bûnêkî asmanî û
mergêkî deryayî;
bo zewî wadey çî pê dabûy,
ke hewrî diłdarit be cê hêşt?
baran ey koçkirdûy
wiłatî estêre û hewr û ba
kê heye bow lawke asmanîyet
gwê hełxa? baran to xaçêkî sergerdan:
serêkit le naxî sûřanî zewîda û
serêkit lenêwan geřanî hewrda.
baran! ey
řêbwarî řojanî bê xor û
şewanî bê mang û estêre! baran! ey paktirîn hawřegez bo giryan!
minim min
bo mergî to giryam
ey mirovtirînî diłdaran
mergêkî deryayî;
bo zewî wadey çî pê dabûy,
ke hewrî diłdarit be cê hêşt?
baran ey koçkirdûy
wiłatî estêre û hewr û ba
kê heye bow lawke asmanîyet
gwê hełxa?
serêkit le naxî sûřanî zewîda û
serêkit lenêwan geřanî hewrda.
baran! ey
řêbwarî řojanî bê xor û
şewanî bê mang û estêre!
minim min
bo mergî to giryam
ey mirovtirînî diłdaran