baran

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 1 minutes  2359 views
baran! ey ezmûnî le dayk bûnêkî asmanî û
mergêkî deryayî;
bo zewî wadey çî pê dabûy,
ke hewrî diłdarit be cê hêşt?
baran ey koçkirdûy
wiłatî estêre û hewr û ba
kê heye bow lawke asmanîyet
gwê hełxa?
 
baran to xaçêkî sergerdan:
serêkit le naxî sûřanî zewîda û
serêkit lenêwan geřanî hewrda.
baran! ey
řêbwarî řojanî bê xor û
şewanî bê mang û estêre!
 
baran! ey paktirîn hawřegez bo giryan!
minim min
bo mergî to giryam
ey mirovtirînî diłdaran