mergî hetaw

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  652 Dîtin
katê gułêk heł’ewerê
bulbul egrî,
lew kateda, hetaw emrê,
dinya bergî řeş epoşê.
řûbar emrê,
zewîy diłî şeqar şeqar,
lêwî wişk heł’egeřê
to netdîwe çon xoł eka be ser xoya?!
***
bo mirdinî her diłdarê, diłdarêkî diłpiř egrî û
leser giłkoy xoşewîstî
tacegułîne da’enê,
bełam
katê diłî min mird, kes neyzanî
kes le pirsey diłî minda
firmêskêkî hełnewerand
destyan girtim, laşey bê diłî minyan bird
hełyanpeřand