bizeyekî toraw

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  819 Dîtin
to ezanî şewgar le ḧeyfî xoretaw, diłî piře
boye mang û estêrekan, heta beyan
lenaw serya dên û eřon...
hêşta xemîn û dił piře?
bo gułebax sîs ebêt û bedem bawe naşnêtewe?!
axir bulbul, bo maweyekî kem xayen leser çiłe
lew demeşda, ke heł’efřê...
hîway dwařoj, biřyarêkî sard û siře.
ke to eřoy, şewgarî min řeş û mone
gułî hîwam bê çiroye, bonî naye.
melî bîrim şabał qirtaw... leş xwênawî
hîway dwařoj le tarîkî û hewra win bû
korpey ’eşqim bizey naye.